Bi lacikên spî meşvanên azadiyê hatin pêşwazîkirin

  • 11:18 6 Sibat 2024
  • Ramyarî
ŞIRNEX - "Meşa Mezin a Azadiyê" a Baskê Wenê li Silopiyê ji hêla Dayikên Aştiyê yên lacik spî ve hatin pêşwazîkirin. Piştî daxuyaniya ku hat dayîn civîna jinan hat lidarxistin. Şêniyên Silopiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” a ku Wan û Qersê wek du baskan ve di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewan dike. Baskê Wanê îro li Silopiyê bû. Li Silopiyê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha di çarçoveya "Meşa Mezin a Azadiyê" de ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve civîna jinan hat lidarxistin.
 
Meşvan gihaştin Silopiyê 
 
Meşvanan bi minasebeta salvegera erdhejê kurdeleyên reş bi pêsira xwe ve kirin. Meşvanên azadiyê ji hêla Dayikên Aştiyê yên laçik spî ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Dayikan yek bi yek silav dan meşvanên azadiyê. Piştre bi hev re di Cadeya 2’yemîn de heta avahiya DEM Partî ya Silopiyê meşiyan. Di meşê de girseya ku kom bûn ji ber salvegera erdhejê dirûşm berz nekirin. Lê dayik bi stranên xwe piştevaniya xwe ya meşê anîn ziman. 
 
Li ber DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn
 
Piştî ku girse gihaşt avahiya DEM Partiyê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin. Li ber avahiyê parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez axivî û bal kişand ser meşa ku 6 roj in didome. Onur, wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi coş û biryarbûna gel bêtir meşa xwe domandine. Her wiha îro salvegera erdhejê ye. Li gorî daneyên fermî 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest dan û lê hefteya borî hat diyar kirin ku 130 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Em polîtîkayên îktîdarê şermezar dikin. Dikarin pere ji bo şer veqetînin, pereyên ku ji bo erdhejê jî kirin parçeyeke rantê. 3 roj derbas bû lê dewlet ne li cihê erdhejê bû.” 
 
'Em mafdarin em ê bi ser kevin'
 
Onur, bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û da zanîn ku kesên ku li ser vê axê dixwaze çareserî bê divê mil bide milê hevdû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “25 sal in Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. 35 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Ji ber vê sedemê em dimeşin. Em mafdar in û em ê bi ser kevin. Em zarokên Dayika Taybet in. Em rêhevalên Sêvê ne. Em ji nava gel derketin. Dê Birêz Ocalan azad bibe û azadî bê li ser vê erdnegariyê.”
 
 
'Bila Ocalan azad bibe'
 
Piştre dayika Sevê Demîr Sakîne Demîr axivî û got: "Em piştevaniya meşê dikin û em dibêjin em ê teqes bi ser kevin. Divê her çar aliyên Tirkiyeyê meş bê lidarxistin. Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin." 
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Silopiyê Jiyan Ormanli û Renas Nadîr Onuk jî gel silav kirin û diyar kirin ku dê bi têkoşînê tecrîdê têk bibin. 
 
Lacikên xwe diyarî meşvanan kirin
 
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê laçikên xwe yên spî diyarî meşvanan kir. Her wiha dayikan gore û stûmalên ku bi destê xwe çêkirin dan meşvanan. Dayikan xwestin wan tiştan bidin Abdullah Ocalan.
 
Daxuyanî piştî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Piştre jî girse tevlî civîna jinan bû. 
 
Li Silopiyê civîna jinan hat lidarxistin
 
Piştî daxuyaniyê meşvanan tevlî civîna jinan a ku ji hêla TJA'yê ve hatî organîzekirin bûn. Civîn li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyê pêk hat. Dayikên Aştiyê, jinên ku xizmên wan girtîne tevlî civînê bûn. 
 
Di civînê de ji Dayika Aştiyê Emîne Alkiş axivî û "Meşa Mezin a Azadiyê" silav kir. Emîne, daxuyand ku dayik îro bedelên gelek mezin didin û niha bi parlamenterên xwe re dimeşin û got: "Dê bi saya wan bedelan dê aştiyê bînin û rêberê xwe azad bikin." 
 
'40 sal in berxwedanek heye'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî da zanîn ku bi çîrokên berxwedanê yên Botanê mezin bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "40 sal in em li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de jin û dayik hêzeke mezin e. Îro li ser vê erdnegariyê axa me û zarokên me tên şewitandin. Lê jin û dayik li dijî vê yekê li ber xwe didin. Îro pirsgirêka kurd tenê bi saya Birêz Ocalan dikare bê çareserkirin. Em jî dixwazin dengê çareseriyê bilind bikin. Heta azadiya Birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Ji bo azadiya Ocalan dê li ber xwe bidin'
 
Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meşê û wiha bi lêv kir: "Li hemberî jin û ciwanan tecrîdek heye û bandorê li tevahiya civakê dike. Her wiha ya herî zêde êş dikişîne jî dayik in. Zarokên wan dayikan bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Çend tecrîd bidome dê ewqas şer jî kûr bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Em ê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin."
 
Di civînê de Dayikên Aştiyê wêneyên Abdullah Ocalan diyarî meşvanan kir. 
 
Piştî civînê meşvan û jinên ku tevlî civînê bûn çûn serdana gora Taybet Înan.