Ji Serhedê ber bi Botanê ve ‘Meşa Azadiyê’ mezin dibe

  • 09:16 6 Sibat 2024
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji Wanê dest pê kir, meşvanên azadiyê ku diçin her rawestgehê de daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” tînin ziman. Meşvanên azadiyê ligel berfa dibare û sermayê meşa xwe bi biryariyek mezin didomîne.
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” a ku Wan û Qersê wek du baskan ve di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewan dike. Rêwiyên meşa azadiyê, ligel berfa dibare û hewaya sar meşa xwe bênavber û bi biryariyekê mezin dimeşînin. Rêwiyên azadiyê ku diçin her bajar û navçeyan bal dikişînin li ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û behsa girîngiya rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî dikin.
 
Rêwiyên azadiyê ku “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dan destpêkirin, roja ewilî navenda Wanê meşa xwe dan destpêkirin û rawestgehên wan ên ewilî navçeyên Payîz Ava û Elbakê bû. Roja piştî wê meşvan ji wir derbasî navçeyên Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê bûn.
 
Rêwiyên azadiyê di 3’yê Sibatê de jî ji vir derbasî Colemêrgê bûn û li vir aliyê bi dehan kesan ve bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmralî”, “Bijî berxwedana Zindana” û “Bijî Serok Apo” berzkirin ve hatin pêşwazî kirin. Her wiha şande beriya ku derbasî Colemêrgê bibe çûn serdana “Pira Ciwanan a Şoreşger” ku di sala 1969’an de ji aliyê Denîz Gezmîş ve hatiye çêkirin, kirin.
 
Di bin berdê de bi meşaleyan meşiyan
 
 
Meşvanên azadiyê di 4’ê Sibatê de li gundê Aşût a navçeya Çêlê ji aliyê welatiyên gund ve hatin pêşwazî kirin. Ligel berfa ku dibarî şande bi çepik û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” meşiyan. Şandeya ku guh neda barîna berfê, piştî meşê bi coş û kelecanek mezin hatin oxirkirin. Rêwiyên azadiyê piştre li herêma Siwarêkûtra meşale pêxistin, bi tililiyan meşiyan. Rêwiyên azadiyê piştre di bin berfa barî de govenda azadiyê gerand.
 
Meşa azadiyê bi çiyayan xemilî
 
Şande piştre ji bir derbasî Elkê ya Şirnexê bûn. Rêwiyên azadiyê beriya bigihîjin navçeyê di navbera çiyayên ku bi berfa barî xemilî meşa xwe bi stran û dirûşmeyan berdewam kirin. Ciyayên Elkê jî şahidiya "Meşa Mezin a Azadiyê" kir û bi xemla xwe silav da rêwiyan.
 
Biryariya gel: Bijî azadî, bimre koletî
 
 
Rêwiyên azadiyê ku piştî rêwîtiya 4-5 saetan ji Çelê heta Elkê hatin, li vê derê bi dirûşmeyên “Bijî azadî, bimre koletî” û “Bijî berxwedana Îmralî” hatin pêşwazîkirin. Meşvanan li vê derê jî daxwaza xwe ya rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dubare kirin. Gel dîsa meşvanên azadiyê tenê nehiştin, bi dirûşm, tilîli û çepikên xwe xwedî li meşê derketin. 
 
Daxwaza ‘azadî’ ya xizmên Roboskî
 
Rawestgeha piştre jî bû Goristana Roboskî. Di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskî ku di encama bomberdûmana balafirên F-16 de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin, malbatên ku xizmên xwe winda kirin bi wêneyên windahiyên xwe rêwiyên azadiyê pêşwazî kirin. Li vê derê Halîme Encu ya ku kurê xwe winda kir, bi gotina “Werin em destên xwe bidin destên hevdû. Êdî bila komkujî pêk neyên. Em tenê azadî û aştiyê dixwazin” rêwiyên azadiyê silav kir.
 
Bi ser Komkûjiya Roboskî de ku 13 sal derbas bû, dayikên Roboskî hîn bi van gotinan daxwaza xwe ya jiyanek azad û aştiyane dubare dikin. Şande piştre ji vir aliyê malbatan ve hatin oxirkirin. Meş li cihê ku mayê ligel sermayê berdewam kir û berê xwe dan Qilabanê. 
 
Govenda azadiyê girtin
 
 
Şandeya rêwiyên azadiyê duh jî li navçeya Qilabanê bi coşekê mezin serdana esnafan kir û bi welatiyan re meşiyan. Beriya meş dest pê bike meşvan û welatî li avahiya DEM Partî ya Qilabanê “Govenda azadiyê” bi dirûşeya “Bijî berxwedana Îmralî” girtin. 
 
Tilîliyên dayikên Botanê kolanan olan da
 
 
Şande piştî Qilabanê berê xwe da Gundikê Melê. Li vê derê jî dayikên Botanê yên laçik spî yên ku bûne sembola azadiyê, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Bijî azadî, bimre koletî”, “Berxwedan jiyan e”, “Bijî Berxwedana zindana”, “Bijî berxwedana Îmralî” meşvanên azadiyê hatin pêşwazîkirin. Bi hev re heta avahiya DEM Partî ya bajarokê meşiyan.
 
Bi kîlometreyan meşiyan
 
 
Şande piştre jî ber bi Şirnexê ve ket rê. Meşvanên azadiyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Tecrît mirin e, azadî jiyane” bi kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin Şirnexê. Tevî ku polîsan hewl da êrişê welatiyan û meşvanên azadiyê bike jî jinên ji Botanê bi rêyên cuda tevlî meşê bûn. Jineke ji Botanê bi meşvanan re meşiya û heta dawiyê dua kir û got, “Yarabbi bila aştî bê” û heta meş bi dawî bû jî diayên xwe kir. Jinên Botanê bi kiras û fîstanên xwe û stranên xwe govenda azadiyê gerandin. Welatiyên Botanê ligel polîtîkayên şerê taybet wekî her tim îro jî helwesta xwe ya azadiyê anîn ziman û piştevaniya xwe ya "Meşa Mezin a Azadiyê" nîşan dan. Rêwîtî li vir neqediya û li 6 taxên Şirnexê êvarê jî berdewam kir. Meşvan tevlî civînên gel bûn û li vir daxwazên welatiyan guhdar kirin û peyama mezinkirina berxwedan û têkoşînê hat dayîn. 
 
Rêwiyên azadiyê ji Serhedê heta Botanê, bi heman coş û kelacanê meşa xwe ya azadiyê berdewam kirin. Meşvanên azadiyê di navbera Çiyayên Cûdî û Gabarê de meşa xwe didomînin.