Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn: Em ê ji bîr nekin

  • 06:04 6 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan bi awayekî hemdemî tên bibîranîn.
 
Ji bo erdheja di 6'ê Sibata 2023'yan de çalakiyên bibîranînê dest pê kirên. Di erdhejê de 11 bajaran zirareke mezin dîtin. Bi munasebeta salvegera erdhejê li cihên erdhejê çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin. Di  04.17’de li Semsûr, Mereş, Hatay, Dîlok, Meletî, Amed û Rihayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
 
Mereş
 
Bi çarçoveya çalakiyên bibîranînê li noqteyên cuda yên Mereşê saet di 04.17'an de gel û Rêxistinên Civaka Sivîl çalakî li dar xistin. Welatiyan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Welatî li sîteya Ebrarê ya 400 kesî jiyana xwe lê ji dest dan hatin gel hevdu. Li Qada welatî lê hatin gel hevdu pankarta " Em wê jî bir nakin" hat daliqandin.
 
Banga tevlîbûna dozê
 
Kesên axivîn gotin bi rojan alîkarî ji wan re neçûye û bersûc bi rojan e nehatine girtin. Her ji bo dozên mutait jê tên darizandin banga tevlîbûna girseyî hat kirin.
 
Saet di 04.17’an da bi lêdana sîrenan  hêsirên çavên erdhejzedeyan herikî. Erdhejzedeyan gotin ger hûn naxwazin edalet tenê li ser dîwaran bimîne gilî bikin.
 
Piştî axaftinanan welatîyan li sîteya Ebrarê nobet girtin.
 
Wê qurnefila deynin
 
Wê êvarî bi çarçoveya bîranînê saet di 18.30'an de qurnefilan deynin qada Sîteya Ebrarê.
 
 
 
Amed
 
Li Amedê jî li  ber Diyar Galerîya ya 89 kesî lê jiyana xwe ji dest dan welatîyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Partîyên siyasî, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn. Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştre li cihê kavilan qurnefil hat dayin.
 
‘Tarifa êṣê tune ye’
 
 
Seroka Odeya Tabîban  Elif Tûran di destpêkê de da zanîn tarîfa êşê tune ye û got :"Hîn birîna me nehatiye girtin. Hîn teze ye. Ji ber tedbîrên nehatin girtin bi deh hezaran kes mirin. Em hêvî dikin careke din tiştekî wiha nebe. "
 
Piştre namzetê Hevşaredariya Amedê Dogan Hatun da zanîn ku erdhejê felaketên çawa anî û got bila gel vê felaketê ji bîr neke.
 
Wê çalakî bidomin
 
Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû. Wê bi pesengiya DEM Parti saet di 13.24’ande di saeta erdheje duyem de li ber Diyar Galeria daxuyanî be dayin. Saet di 14.00'an de jî wê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê şat di 14.00'an de serdana goran be kirin. Wê piştre li DDKO'YÊ civîna çapemeniyê be lidarxistin. Her wiha tê plankirin piştre li Parka Rojava saet di 17.30'an de daxuyanî bê dayin.
 
 
Hatay
 
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê ya ku di erdheja 6'ê Sibatê de zirareke mezin dît bi banga Însiyatîfa 6'ê Sibatê bi hezaran kes li ber Konê Dildarên Erdhejê ya li Taxa Mûstafa Kemal hatin gel hevdu. Bi hezaran welatî bi meṣaleyan  bi awayekî bêdeng çûn heta ber avahiyeke di erdhejê de xera bûbû. Endamên partiyên siyasî û rêxistinan ji tevli meşê bûn. Li ber avahiya hilweşiyaye mûm hatin vêxistin. Welatiyan qurnefil û pêlîstok danîn ber avahiyê. Rêz hat girtin û hêsirên erdhejzedeyan hat xwarê.
 
Serokê Şaxa  Egitim Şênê yê Îskenderûnê da zanîn tevlî salek derbas bûye jî ne êşa wan ne jî ṣîna wan bi dawî bûye û got em ê piṣtevaniya xwe ya biberdhejzedeyan dewam bikin.
 
Riha
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ber avahiyeke di erdhejê ze xera bû ya li Kolana Îpekyolu ya Haliliyeyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Welatiyan mûm pêxistin û qurnefil danîn ber avahiyê. Piştî rêzgirtinê Serokê Odeya Tabiban a Rihayê Bulut Ezer betek nîşanî nedarizandina bersûcan da û got divê kesên berpirs hesab bidin.
 
Semsûr
 
Li Semsûra di erdhejê ze zirarek mezin dît bi pêṣengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê gelek kes li Parka Mimar Sinan hat ba hev. Li vir pankarta "Em di ṣînê de ne em ê ji bîr nekin" hat vekirin. Li vir girseyê daxwaza xwe ya ji bo darizandina berpirsan anîn ziman.
 
Hevseroka Giştî ya KESK' ê Ayfer Koçak da zanîn ew ê piṣtevaniya bi erdhejzedeyan a ji roja erdhejê ye dest pê kiriye bidome.
 
Bertek nîşanî walî dan
 
Dema wealtiyan qurnefil datînin ber saat kulesi wê demê bertek nîşanî walîyê Semsûrê Osman Varol û wezîrê berê Adil Karaismailoglu
 
Edene
 
Komeleya Piṣtevaniya Erdhejê li Çukurovaya Edeneyê li ber avahiya Alpargun a di erdhejê de hilweşiya û 96 kesî jiyana xwe ji dest dan çalakiya bîranînê li dar xist. Rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Wêneyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hat hilgirtin. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û li vir jî hêsirên welatiyan hatin xwarê.
 
Ji Komeleya Piṣtevaniya Erdhejê Yûsûf Kose da zanîn hîn pisgirêkên welatiyan çareser nebûne û got em efû nakin em helal nakin.
 
Azem Yaren Coskun a ku di erdhejê de bavê wê dêya wê û birayê wê jiyana xwe ji dest dan daxwaza edaletê kir.
 
 Osmaniye
 
 Li herêma Siteyên Metin Tamer a Taxa Adnan Menderes a Edeneyê ya ku di erdhejê ze gelek zirar dîtibû çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Li vir rêz hat girtin mûm har vêxistin û qurnefil danîn.