Meşvanên azadiyê bi coşek mezin li Botanê hatin pêşwazîkirin

  • 14:35 5 Sibat 2024
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Meşvanên Baskê Wanê ya "Meşa Mezin a Azadiyê" piştî Qilabanê gihaştin Gundikê Melê û dû re jî berê xwe dan Şirnexê. Meşvanên ku li Şirnexê bi girseyeke coş hatin pêşwazîkirin banga azadiya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin di roja 5’an de li navçeya Qileban a Şirnexê bi meşê dest pê kir. Meşvan, piştre derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn. Li vir jî berê xwe dan Şirnexê.
 
Gundikê Melê  
 
Xelkê bajarokê meşvan bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dahol û zirne hatin lêdan û meşale hatin vêxistin. Meşvanan yek bi yek hemû welatiyên ji bo pêşwazîkirina wan hatin silav kirin. Dayikên laçikspî jî meşvan hembêz kirin. 
 
Meşvan û xelkê bajarokê ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya partiyê meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana İmraliyê", “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” û “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” berz kirin. Bi sedan kesên guh nedayîn barîna berfê, piştre jî govenda azadiyê gerandin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û wiha got: “Tu hêz nikarin xwe li ber vê hêviya aştiyê ya vî gelî bigire. Meşa me ya azadiyê heta birêz Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê bidome. Di destê me de nifteya berxwedan, azadî û aştiyê heye. Roj dê were dê deriyê Îmraliyê vebe û aştiyeke birûmet pêk bê.” 
 
 
 
 
Şirnex
 
Meşvan li Şirneşê bi dirûşma “Biji berxwedana Îmrali” meşvan hatin pêşwazîkirin. Ligel barîna berfê û astengiya polîsan girse xwe gihand meşvanan. Di meşê de “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan azadi”, “Biji azadî, bimre koletî”, “Tecrit mirine azadî jiyan e” hat berzkirin. Jinên Botanê carek din meşvanan tenê nehişt û bi hev re meşiyan. 
 
Bi coşek mezin meş li Şirnexê pêk hat û di heman demê de di meşê de esnaf hatin ziyaretkirin. Piştre meşvan û girse bi hev re hatin avahiya Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê. 
 
Li vir Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û got: "Em 5 roj in wek meşvanên azadiyê ji Wanê bi rê ketin. Şirnexî me bi coşek mezin pêşwazî kirin. Sekna Şirnexê ji bo kedxwaran bersivek e. Bi du baskan meş pêk tê û bi 75 kesan re bi milyonan kes dimeşe. Bi milyonan kes Birêz Ocalan wek vîna xwe dibîne û ji bo azadiya wî têkoşîn dide. Tu hêz nikare meşa me bide rawesdandin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Divê her kes guh bide dengê wî. Em bang muxalîh û dewletê dikin û dibêjin sedema qeyran û kaosê nerakirina tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Em ê heta azadiyê têbikoşin û meşa xwe bidomînin." 
 
Namzeta hevşaredariyê ya Şirnexê Haci Turan Saltan jî diyar kir ku dem dema serkeftinê ye. 
 
Piştî daxuyaniyê girse û meşvan bi dirûşmeyan derbasî Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê bûn. Bernameya meşvanan dê îşev bi civînên gel bidome.