‘Divê namzet di hişmendiya zayenda civakî de bin’

  • 09:02 5 Sibat 2024
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Nûnera EŞÎK’ê ya Komeleya Jiyana Wekhev, Nazîk Işik da zanîn ku divê hemû namzet di hişmendiya zayenda civakî de bin û got: “Li cihê ku zîhniyet û zayend neyê gel hev, li gorî me di navbera jin û mêr de jî cudahî tune ye.”
 
Hilbijartinên herêmî nêz dibin û lîsteyên namzetan jî her diçin zelal dibin. AKP’ê li gorî hilbijartinên herêmî yên 2019’an beşek namzetên jin zêde kir. DEM Patî bi hevseorkatiyê diçe hilbijartinan. Nûnera Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) a Komeleya Jiyanê ya Wekhev, Nazîk Işik der barê namzetên hatine aşkerakirin de axivî.
 
Nazîkê nêzîkatiya li hember nûneriya wekhev a desthilatdarî û muxalefetê nirxand û got: “Desthilatdarî ji vê ferasetê dûr e. Tifaqa Cumhur û partiyên siyasî yên dora wan têkiliya wan bi wekheviya zayendî tune ye. Nêzîkatiyeke wna ya pragmatîst heye. Îro çawa li hesabê wan bê wisa diçin. Lê xuyaye ku ew ji feraseteke wekhev gelek dûr in. Di mijara namzetiya jinan de ji bilî zayenda biyolojîk wêdetir bikaranîna têgeha zayendê mixabin tune ye.  Namzetên CHP’ê jî hema hema diyar bûne. Di hilbijartina borî de li hezar cihî bi ÎYÎ Partî RE ket hilbijartin. Vê carê lihevkirina wan veşarî an jî wê aşkera be. Daxuyanî didomin . Di DEM partiyê de bi nûneriya wekhev pergal didome. Ev ji bo me jinan girînge.”
 
‘Rêjeya me dixwest hîna nehatiye bidestxistin’
 
Nazîkê got hîna namzet hemû diyar nebûne û got: “Lê ya me dixwest nebû. Nûneriyeke wekhev ya baş tune ye. Li Îzmîrê sê şaredarên jin yên CHP’ê hene. Niha 9 namzetên jin hatine aşkerakirin. Ev pêşketineke lê ji nûneriya wekhev dur e. Ya em dixwazin hîna nehatiye bidestxistin.
 Dem jî kêm maye. Di 20’ê Sibatê de lîsteya namzetan tê teslîmkirin. Rêjeya me dixwest hîna nehatiye bidexistin."
 
‘Hevserokatî girînge lê ne yekane mekanîzma ye’
 
Nazîkê bi lêv kir ku ligel nûneriya wekhev, pergala hevserokatiyê ya ku DEM Partî pêk tîne jî lingekî girîng e û wiha daxuyand: “EŞÎK her hefte mijarên rojevî diaxive. Li aliyê din jî ji bo pêşketinan gav tên avêtin. Hedefa me nûneriya wekhev û wekhevî ye. Em piştgiriyê didin her cureyên wekheviyê. Yek ji van jî Hevserokatî ye. Di alî me de girîng e. Yekane mekanîzma nîn e lê em nirxê didinê. Hebûna wê bi fêde ye.”
 
Guherîna zîhniyeta jin û mêr
 
Nazîkê nirnxandina xwe wiha berdewam kir: “Li cihê ku zîhniyet û zayend neyên gel hev ji bo me di navbra  jin û mêr de cudahî tune ye. Ya girîng ev e ku ji bo jinan cîhanek wekhev bê avakirin. Ev ji bo me girîng e. Di vê demê de em ji hemû namzetên xwe van taybetiyan dixwazin. Divê xwedî nêzîkatiyeke zayenda civakî ya rastîn bin û nirxê bidin vê. Divê wekhevî li ber çavan bê girtin û her tişt bi awayekî wekhev bê bi rêvebirin. Newekheviya navbera jin û mêr de divê ji holê bê rakirin. Guherîna zîhniyeta jin û mêr pêk bê.Divê namzet di hişmendiya  zayenda civakî de bin.”
 
Nazîkê di dawiya aaxaftina xwe de behsa xebatên piştgiriya ji bo namzetên jin kir û wiha dawî lê anî: “Em wek EŞÎK di hilbijartinan de ji bo nûneriya wekhev xebatan dimeşînin. Me ji bo namzetan xebat meşand. Li gorî berê niha bernamzetên jin zêde ne. Ev  pêşketinek girîng e. Her ku namzet diyar bibin em ê xebatên xwe li gorî vê bimeşînin.”