Nobeda Edaletê li Amedê di roja 40'î de ye

  • 14:20 12 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin di roja 40'î de dewam dike. 
 
Nobeda Edaletê ya di çarçoveya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysasî" li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê di 4' Kanûna 2023'yan de hat destpêkirin dewam dike. Serdanên ji bo Nobeta Edaletê di roja 40'î de dewam dikin. 
 
Di çalakiya Nobeta Edaletê de jin qala têkoşîn û çîroka xwe dikin. Her wiha kilamên serhildanê jî di çalakiyê de tên gotin.