Li dijî êrîşan peyam: Çareserî di destê serokê me de ye!

  • 09:04 12 Çile 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL -  Jinan bertek nîşanên êrîşên Tirkyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Çi karê dewletê li Rojava heye? şer li dijî Kurdan dane destpêkirin. Çareserî di destê serokatiya me de ye. Bila Abdullah Ocalan berdin û çareserî pêk bê. Me jinên Kurd û gelê Kurd  dest ji têkoşîna berneda û ji vir şûnde jî dest jê bernadin. Em ê aştiyê ava bikin.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di şerê navbera Israîl-Fîlîstînê de Îsraîlê lanet dike, dema mijar dibe gelê Kurd êrîşên xwe didmîne. Yek ji mînakên dawî di 23’ê Kanûna 2023’an de ye tê jiyîn. Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş da destpêkirin û bi dehan sivîl qetil kirin, cihên xwecihbûnê bombebaran dike. Bertekên li dijî êrîşên Tirkiyeyê didomin. 
 
Jinên tevli Nobeta Edeletê bûn bertek nîşanê polîtîkayên êrîşê û tecrîdê dan û banga bilindkirina têkoşînê li hemû civakê kirin û gotin li dijî êrîşan bisekinin.
 
‘Çareserî bi serokatiyê pêkan e’
 
Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stnebolê Maytap Toprak bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan dane dstpêkirin û da zanîn ku 34 mehin agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan nayê girtin. Maytapê wiha vegot: “Em azadiya fîzîkî ya Abdullah ocalan dixwazin. Ji bo çareserî pêk bê divê em ji serokatiya xwe agahiyê bigirin. Çareserî bi serokatiyê pêkane. Yekane daxwaza me eve. Bila xwîn nerêje û aştî pêk bê. Bila gelê Kurd û zarokên wan neyên bombebarankirin. Em jiyanek aram dixwazin.”
 
'Yekane çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e'
 
Maytabê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha domand: “Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye? Israîl li Fîlîstînê dixe. Erdogan piştgiriyê qaşo dide Fîlîstînê. Lê Erdogan jî êrîşî gelê Kurd dike. Wan bombebaran dike. Ji Kurdan çi dixwazin. Kurd tenê azadiyê dixwazin. Kurd zext, qetilkirin û xwînê naxwazin.  Demildest dawî li van êrîşan bininin. Destê xwe ji Rojava bikşînin.  Yekane çareseriya pirsgisrêkan azadiya Abdullah Ocalane. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalane.”
 
‘Çima li dijî êrîşên li hember Rojava deng nayê derxistin’
 
Jina bi navê Asiye Esen jî destnîşan kir ku divê tu dayik rondikan nebarîne û wiha daxuyand: “Em li dijî vî şerê qirêjin. Dema li Fîlîstînê mirov dimirin her kes radibe ser piyan. Dema Kurd dimirin kes deng nake. Li Rojava jin û zarok, dayik tên qetilkirin. Çima kes deng nake. Em vê qebûl nakin.Em hemû şeran lanet dikin. Erdogan Israîlê lanet dike lê ew bixwe êrîş dike. Li ku derê Kurd hebin êrîşê wir dikin.Erdogan li şûna Israîlê lanet dike bila xwe lanet bike.” 
 
‘Ez ê heta dawî aştiyê biparêzim’
 
Asiyeyê her wiha diyar kir ku êrîşên li hembre gelê Kurd roj bi roj zêde dibin û wiha bi lêv kir: “Dewlet êrîşî her qada jiyanê dike û tundiyê giran dike. Li ku derê Kurdek hebe berê xwe dide wir. Cihê vê di ahlaqê de tune ye.Çima me dikujin. Çima komkujiyên xwe nabînin. Li welatê xwe her roj mirovan qetil dikin. Li dijî vê me her tim aştî parast. Me aştî qêriya. Em ê heta dawî jî vê bikin.”
 
Jinên Kurd dest ji têkoşînê bernadin
 
Jina bi navê Bîrsen Çetînkaya jî bang kir ku divê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê hemû gelê Kurd bibe yek û wiha dawî lê anî: “Divê her kes li dijî binpêkirin dest bidin hev. Divê div ê têkoşînê de gel me tenê nehêle.em gelê Kurd û jinên Kurd mafên xwe dixwazin.Me tu carê dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji vir şûnde jî em bernadin. Em ê polîtîka qirêj ya dewletê bişkînin. Em ê aştiyê ava bikin û gelê xwe re têbikoşîna xwe mezin bikin.”