Nobeda Edaletê li Amedê di roja 39'an de ye

  • 15:43 11 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin di roja 39'an de dewam dike. 
 
Nobeda Edaletê ya di çarçoveya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysasî" li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezana Amedê di 4' Kanûna 2023'an de hat destpêkirin dewam dike. Îro jî rêveberiya Komeleya Çand û Hunerê ya Piştevaniya bi  Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristanyê  Winda kirine (MEBYA DER) û gelek kesî serdana çalakiya nobedê kirin.
 
'Heta çareseriyê wê nobed bidome'
 
Jinên ku tevli çalakiyê bûn bi stranên kurdî re ku gotin diyar kirin ku ew ê her roj têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin. Jinan anî ziman ku dê têkoşîna wan heta çareseriyê dewam bike.