Nobeda Edaletê di roja 8'an de ye: Mînaka vê tecrîdê tune ye

  • 15:17 11 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Nobeda Edaletê diroja 8'an de dewam kir, Heveroka DEM Partiyê ya Naveçya Karabaglar Emîne Emîne Bozdag ku di nobedê de axivî,  diyar kir ku mînaka tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di cîhanê de tune ye û got ku divê em li dijî vê tecrîdê têkoîînê mezin bikin.
 
Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de di pêeşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwarn a EG'yê (EGE TUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA),  li avahiya  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  a Ege'yê Nobeda Edaletê ku hatibû destpêkirin di roja 8'an de dewam kir. Îro jî Rêxistina Partiya Wekhevî û Deokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Karabaglar a Îzmrîê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin.
 
Di çalakiyê de xizmên girtiyan bi stranan nobeda xwe dewam kirin. 
 
'Divê jin piştgiriyê bidin vê çalakiyê'
 
Hevseroka Navçeya Karabaglarê ya DEM Partiyê Emîne Bozdag li vir axivî û diyar kir ku ew îro hatine serdana dayikên Nobeda Edaletê û anî ziman ku sîstemê ji niha ve edalet hilweşandiye. Emîneyê diyar kir ku pergal jî dixwaze hêviyan tine bike û got, “Dixwazin hêviya ji bo edaletê jî tine bikin. Lê dayikên me tu carî hêviya xwe winda nakin, li ser şopa zarokên xwe diçin. Girtiyên azadiyê vê hêviyê didin me. Em dixwazin gelê Kurd tu carî hêviya xwe winda neke. Ya ku me li ser piyan dihêle ev hêvî, ev îrade ye. Pêwîste hemû gelê me destekê bide vê nobedê. Tenê bi vî awayî dikare dengê girtiyên azadiyê derkeve. Heger çend dayîk rûnin û li bendê bin û kes piştgiriyê nede wan ev çalakî nikare bidome û tu bandorê jî nake. Ji ber vê yekê divê gelê me bi taybet jin piştgiriyê bidin vê çalakiyê."
 
'Pergal dixwaze vê îşkenceyê normal bike'
 
Emîneyê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li cîhanê mînaka wê tune ye û got, “Ev bêhiqûqî li tu cihî nîne. Ev bêdengiya li pêşberî vê îşkenceya mezin ne  ji rêzê ye. Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku pergal dixwaze vê îşkenceyê normal bike. Divê em li dijî vê yekê derkevin da ku ev îşkenceya li ser me berdewam neke."