Gulser Ozbay a 31 sal in girtîbû hat tehliyekirin

  • 14:47 11 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Gulser Ozbay a 31 sal in girtîbû ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat tehliyekirin. Gulserê da zanîn tevî nifteyên girtîgehan di destên dewletê de ne jî têkoşîn û serhildanek heye û got ew ê her çavên wê li wir bin. 
 
Gulser Ozbay (63) a 31 sal û 6 mehan girtîbû ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat tehliyekirin. Gulserê da zanîn tevî nifteyên girtîgehan di destên dewletê de ne jî têkoşîn û serhildanek heye û got ew ê her çavên wê li wir bin. Ji aliyê Dadgeha Ewlehî û Dewletê ya Kayseriyê ve bi îddiaya "Xerakirina yekîtiya welêt" cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Gulserê ji aliyê Rêveberên DEM Partiyê yên Aliagayê, endamên EGE TUHAY-DER'ê û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin. 
 
'Li hundur têkoşînek heye'
 
Gulserê ya ku di derketina girtîgehê de hestên xwe parve kir wiha got:"We min bi tenê nehişt, ez niha gelekî bextewar im. Bila rastiya me ev be bila em her zêde bin. We girtîgeh bi tenê nehişt û hûn ê bi tenê nehêlin. Li girtîgehan zexteke mezin heye. Niha em ne azad in. Rêbertî û bi hezaran mirovên me girtî ne. 9 hezar hevalên me li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Loma jî em tam ne bextewar in ku derketine. Lê li girtîgehan jî têkoşînek heye.  Tevî nifteyên girtîgehan di destên dewletê de ne jî têkoşîn û serhildanek heye wê her çavên me li girtîgehan bin."
 
Tehliyeya wê 6 mehan hatibû taloqkirin
 
Mafê derketina bi şert a Gulserê di 11'ê Tîrmeha 2023'yan ketibû meriyetê. Di nirxandina Lijneya Çavdêrî û Îdareyê de tehliyeya Gulserê 6 mehan taloq kiribû.