Ji Nobeda Edaletê peyama 'Ev têkoşîn ya me hemûyan e'

  • 14:19 11 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Dayikên Şemiyê ku serdana Nobeda Edaletê ya mehk li dû xwe hişt kin, gotin, "Tecrîd îşkence ye li gel vê jî gelekî giran tê pêkanîn. Zextê li hemû girtiyan dike. Lê em dizanin ku ya herî giran li îmraliyê tê meşandin. Ev têkoşîn ya me hemûyan e."
 
Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê ji aliyê xizmên girtiyan ve li Stenbolê hat destpêkirin di roja 30'î de dewam kir. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yaStenbolê Gulseren Yolerî, Dayika Şemiyê Hanim Tosun û heyeta pê re çûn serdana nobeda ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenlera Stenbolê hatiye lidarxistin. 
 
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) Dîlek Sonmezdemîr kesên ku hatin serdana çalakiya nobedê pêşwazî kirin û ev axaftin kir, "Em bi hev re li dijî zilm û kaosa di vê dema dijwar de têdikoşin. Mirov bi mafên xwe mirov e. Ev têkoşîna me ji bo şikandina tecrîdê ye. Em ê heta encamê bi dest bixin têbikoşin. Li Tirkiyeyê ji mafên mirovan, jiyana mirovan û azadiyan tiştek nemaye. Tam di vê heyamê de ev çalakiya greva birçîbûnê ji bo vîna me hatiye lidarxistin. Em jî li pişt vê têkoşînê ne. Erka me ew e ku em li hev bicivin û têkoşîna hevpar bidomînin, çi dibe bila bibe. Dijmin ji dayikên laçik spî ditirse. Ji ber ku dizanin daxwazên dayikan daxwazên azadî û aştiyê ne. Em hemû bi vîna xwe ya azad vê têkoşînê didomînin."
 
'Daxwaza we ya azadiyê pir bi nirx e'
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku İHD ji bo mafan têdikoşe û got, “Dayikên weke we xwedî kedeke mezin in. Dayikên ku ji bo mafên xwe û zarokên xwe têdikoşin in. Em her tim têkoşîna dayikên xwe hembêz dikin. Em dizanin ku ji bo daxwaza edaletê gelek çalakî pêk anîn. Em vê yekê hêja dibînin. Haya me ji her tiştî heye. Tecrîd îşkence ye. Tevî vê yekê, tecrîd bi tundî tê pêkanîn. Hemû girtiyan tehdît dike. Em dizanin ku tecrîda herî giran li Îmraliyê tê meşandin. Em dizanin ku bi mehan e tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Hem çalakiya we hem jî ya girtiyan pir girîng e. Em hevkarên vê têkoşînê ne. Ez hêvî dikim ku ev dê bibe çalakiyek hişyariyê,"
 
'Heta edalet pêk were em ê têbikoşin'
 
Dayika Şemiyê Hanim Tosun jî wiha got: “Bi salan e li vî gelî zilm û îşkence tê kirin. Ji salên 1980’yî û vir ve me berdêlên giran dane zindanên Amedê. Em xizmên windayan in. Windahiyên me ne windahiyên ji rêzê ne. Hemû kesên di bin çavan de hatin windakirin xwedî nasnameya siyasî bûn Dewletê ji ber tirsa zarokên me winda kirin. Niha ji girtiyên li girtîgehan ditirsin. Ji ber ku tenê armancek wan heye û tu carî ji armanca xwe dûr nakevin. Têkoşîna me hemûyan e. Heta ku edalet pêk were em ê têbikoşin."
 
Piştî serdanê xizmên girtiyan ji bo daxuyaniyê çûn ber Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîsê ya li Esenlerê.