Wê li Şehbayê Festîvala Mîtan bê lidarxistin

  • 09:29 11 Çile 2024
  • Rojane
 
ŞEHBA - Wê 5'emîn Festîvala Mîtan 8 rojan li Kantona Şehbayê bê lidarxistin. 
 
Bi dirûşma " Vegera me nêz e em bi hêvî ne, Mîtan em diçînin jiyan" pêncemîn Festîvala Mîtan a şanoyê li Şehbayê wê 8 rojan were lidarxistin. Bi amedebûna şanogerên ji Heleb, Reqa, Hesekê, Kerko, Şehba û Efrînê her wiha bi beşdarbûna Desteya Çand û Hunera Efrîn û Şehbayê û Tevgera Kevana Zêrîn wê festîval were lidarxistin. Li Wargeha Şanoya Mîtan a ku dikeve navçeya Ehdasê ji dîroka 11'ê Çileya 2024'an heta 18'ê Çileya 2024'an wê bi dawî bibe. 
 
'Em ê festîvalek bi nav û deng li dar bixin'
 
Ji şanogerên festîvalê Evîn Xelîl derbarê lidarxistina festîvalê wiha got:"Ji bo lidarxistina Festîvala Mîtan wê gera me ber bi qampên penaberan ên Serdem û Berxwedanê ve yên ku dikevin navçeya Ehdas û kantona Fafînê dewam bike. Ji bo em vê festîvalê bidin bihîstin me amadekariya xwe baş kir. Bi riya vê festîvalê em zêdetir di beşa hunerê de bi pêş ketin û armanca me ew e ku em festîvalek bi nav û deng li kantona Efrîn û Şehbayê li dar bixin."