Ayşegul Devecîoglu: Daxwaza Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê şans e!

  • 09:06 11 Çile 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Nivîskar Ayşegul Devecîoglu ku îmze avêt binê deklerasyona ‘Em bibin dengê aştiyê’ wiha got: “Li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan,  ji aliyê gelê Kurd ve qebûlkirin û ji aliyê vî lîderê ve daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e. Berovajî vê jî mirin û kuştin e. Ez bang li hemû civakê dikim ku li dijî polîtîkayên şer di daxwazên aştiyê de bibin yek.”
 
Deklerasyona ‘Em bibin dengê aştiyê ‘ di 7’ê Çile de  ji aliyê 18 kesên ku di nav wan de nivîskar, wêjekar û muzîkjen hebûn ve li Otela Taksîm Hîll bi daxuyaniyek çapemeniye hat deklerekirin. Hunermendên Navenda çanda Mezopotamya (NÇM) û gelek wêjekar, muzîkjen, wênexêz û lîstikvan tevli bûn. Di deklerasyonê de 570 kesî banga bidawîkirina tecrîdê  kirin û diyar kirin ku Abdullah Ocalan mifteya aşatiyê ye û divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.
 
Ji kesên îmze avêtin metna dekleraysonê Ayşegul Devecîoglu der barê banga kirine de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Çavkaniya pirsgirêkan neçareseriya pirsgirêka Kurd e
 
Ayşegulê da zanîn ku li Tirkiyeyê xizaniyek giran û kûr tê jiyîn û got: “Em di pêvajoyeke ku mirov birçî radizên, zarok birçî diçin dibistanê û xizaniyê re derbas dibin. Hawireke ku fikr û nêrîn qedexe ne, daraz ne serbixwe ye heye. Yek ji sedema vê hawirê neçareseriya pirsgirêka Kurd e û talan û sermaye tê zêdekirin. Ji bo vê bi zanebûn zarokên xizan ber bi mirinê ve dibin.  Bacên me diçin ji bombeyan re.Li ser vê jî radibin pesnê xwe didin. Em hunermend dibêjin ku em li alî aştiyê ne. Aştî jiyan e, şer mirin e.”
 
'Çareserî mafên Kurdan naskirin e'
 
Ayşegulê destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd  bi riyên demokratîk bê çareseririn îmze avêtiye deklerasyonê û wiha daxuyand: “Çareseriya aştiye di mafê perwerde, jiyana bi zimanê dayikê ya gelê Kurd Re derbas dibe. Gelê Kurd welatîbûna wekhev û demokrasiya herêmî dixwaze. Deshtilatdarî jî li gorî polîtîkaya xwe tevdigere û gel dîl digire. Ji ber vê hewcedariyek mezin bi aştiyê heye. Bêyî aştiyê welat xweş nabe demokrasî çênabe.”
 
Li dijî şer rêbaza diyalogê
 
Ayşegulê dyar kir ku li gelek welatên cîhanê şer tên jiyîn û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin û wiha bi lêv kir: “Çareserî diyaloga bi muxataban re ye. Riya çareseriyê heye. Divê civak vê baş bizanibe. Çareserî pêkane. Aştî pêkane û şert e. Divê her kes ve bibêje ku divê her kes rola xwe bilîze.”
 
‘Daxwaza aştiyê ya Abdullah Ocalan şans e’
 
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek hunermend aştiyê dixwazin û di vî alî de gav avêtine. Ayşegulê her wiha got ku divê civak jî di vî alî de berpirsyariyê bigire ser xwe û wiha dawî lê anî: “Li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan,  ji aliyê gelê Kurd ve qebûlkirin û ji aliyê vî lîderî ve daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e. Berovajî vê jî mirin û kuştin e. Ez bang li hemû civakê dikim ku li dijî polîtîkayên şer di daxwazên aştiyê de bibin yek.”