Tecrîda Îmraliyê şerma serdemê ye

  • 09:04 11 Çile 2024
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên piştgirî dan Nobeda Edeletê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şerma serdemê ye û gotin muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar kir.
 
Komeleya xizmên Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA)  di çarçoveya kampanyaya "ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de   li îzmîrê di 27’ê Kanûnê de Nobeta Edeletê dan destpêkirin. Piştevanî û serdanên ji bo Nobetê her diçin mezin dibin. Kesên tevli nobetê dibin diyar dikin ku divê tecrîd bê bidawîkirin û ji bo vê jî têkoşîna hevpra bê dayîn.
 
‘Pirsgirêka ku bi sedsalane nayê çareserkirin’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Foçayê Mukaddes Işik diyar kir ku şerê  bi salane didome bûye sedema jiyana zarokên Tirk û Kurdan û di alî çandî de jî têkibirinek ava kiriye. Mukaddesê wiha dirêjî daye: “Tevî van tiştên hatine jiyîn pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Sed sal e daxwaza gelê Kurd heye û ev 40 sa le hîn zêdetir bûye.  Dayikan zaorkên xwe windakirin. Mirovan bedel dan û hatin girtin. Divê ev pirsgirêk ji nedîtîve nayê. Polîtîkaya ku bi salane didome û nasname û baweriyan tune dihesibîne îflas kiriye û divê bi muxataban re pirsgirêk bê çaresrkirin. Gelê Kurd bedelên mezin dide. Em ketine sedsala duyemîn û hîna ev pirsgirêk tê jiyîn. Ev şerma mezin e.”
 
Mukaddesê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêkê bandor li ser hemû aliyan kiriye û got: “Bedela vê hemû Tirkiye dide. Pereyên didin çekan ji bêrîka me derdikevin. Ev wek xizaniya civakî li me tê birîn.”
 
‘Divê bidawîkirina tecrîdê bê axaftin’
 
Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Nebahat Çelîk jî diyar kir ku ji ber çareseriya demokratîk pêk nayê girtiyan bedena xwe dane ber birçîbûnê û wiha bi lêv kir: “Ji ber rewşa welat em piştgiriyê didin Nobeta Edeletê. Elewî ji neçareseriyê pir bandor bûne. Ev pirsgisrêka hemû kesî ye. Ne tenê ya Kurdan û Elewiyan e. Divê em li ser bidawîkirina tecrîdê biaxivin. Li Tirkiyeyê tu carî demokrasî tunebû.  Çareserî Desturek Bingehîn ya demokratîk e. Divê ji bo vê her kes têbikoşe. Tecrîd bê rakirin wê li girtîgehên din jî tecrîd bê rakirin.  Li Îmraliyê îradeyek mezin heye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû welat kiriye. Em piştgiriyê didin çareseriyê.”
 
‘Ji fikrên wî ditirsin’
 
Nebahatê wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî naxwaze ji bilî îdeolojiya wan îdeolojiyek din belav bibe û qedexe dike. Ji bo nêrînên Abdullah Ocalan belav nebin vê polîtîkayê didomînin. Lê heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk jî çareser nabe. Di heman demê de ev ne pirsgsirêka Kurdan tenê ye ya hemû Tirkiyeyê ye. Çareserî jî Îmralî ye. Ji ber ku çareseriyê naxwazin em di vê rewşê de ne.”
 
‘Divê em li dijî zilmê li ber xwe bidin’
 
Welatiya bi navê Fakiye Duman ya çû serdana nobetên edeletê wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em ji ber zilma dewletê di 1989’an de hatin Îzmîrê. Em ji ber zilm û xizaniyê hatin. Nexwestin em nasnameya xwe nas bikin. Leşkeran dihat zilm li me dikir. Em hatin vir. Me li vir jî zext dîtin. Em li vir jî hatin qetilkirin. Em bi zimanê xwe diaxivîn em kirin dijmin. Axaftina me hat qedexekirin. Divê em li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Ev zilm hîna didome. Li girtîgehan berxwedan heye. Divê em piştgiriyê bidin berxwedanê.”
 
Jina bi navê Mekiye Akan jî got ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya girtiyan û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Pirsgirêka Kurd bi muzakereyê dikare bê çareserkirin. Bi şer nayê çareserkirin. Em dayik aramî û azadiyê dixwazin. Kurd jî wek her kesî dixwazin çand û zimanê xwe bijîn. Divê her kes piştgiriyê bide. Bila ne dayika leşkeran ne jî ya gerîlayan bigirî.”