Li Wanê nêzî 13 hezar delege dê biçin ser sindoqan

  • 09:02 11 Çile 2024
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin
 
WAN - Di pêşhilbijartina ku wê DEM Partî ji bo bijartina namzedan li Wan û navçeyên wê di navbera 13-14'ê Çileyê de li dar bixwe,  nêzî 13 hezar delege wê deng bi kar bînin. Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê Hatîce Oktay, destnîşan kir ku ew şaredariyên demokratîk û azad ava dikin û diyar kir ku gel wê îradeya xwe li ser sindoqan diyar bike.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî yê 31’ê Adarê ku dê bên lidarxisitn, ji bo namzed bên bijartin wê di navbera 13 û 14’ê çileyê pêşhilbijartinê li dar bixe û ji bo vê demeke kurt ma. Li tevahiya Kurditan û Tirkiyeyê dê nêzî 100 hezar delege biçin ser sindoqan û namzetên DEM Partiyê ji bo rêveberiyên herêmî diyar bikin. Bi diyarkirina namzetan re wê DEM Partî wê kar û xebatên xwe yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî bi lez û bez bidomîne. Yek ji bajarên ku dê hilbijartina namzedan lê  bê kirin jî bajrê Wan û navçeyên wê ne. Li Wanê jî dê nêzî 13 hezar delege biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
 
Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê Hatîce Oktay, der barê pêşhilbijartinê de axivî.
 
‘Pergalek diyarker bû’
 
Hatîceyê, diyar kir ku ketine pêvajoyeke girîng û anî ziman ku dê di vê hilbijartinê de vîna gel biaxive û ev biryareke gelekî girîng e. Hatîceyê, bi lêv kir ku wê li hin bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pêşhilbijartin bên kirin û da zanîn ku pêşhilbijartin wê di navbera 13 û 14’ê çileyê de bên kirin. Hatîceyê, bi bîr xist ku dema serlêdanên bernamzetan di 25’ê kanûnê de bi dawî bûye û wiha got: “Piştî 25’ê kanûnê me serlêdan negirtin. Bi taybetî di aliyê jinê de ku ji bo ji gel re bibe bersiv, em gihîştin hejmarekê baş. Di 13 û 14’ê çileyê de dê gel namzedên xwe hilbijarê. Pergalek gelek baş ku dê gel rêveberên xwe bi xwe diyar bike.
 
'Pêşhilbijartin di navbera 13-14'ê çileyê de ne'
 
Hatîceyê, da xuyakirin ku wan lîsteyên delegayan ên ji bo pêşhilbijartinê şandine û daliqandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji delegeyên me yên berê ku di rêveberiyên me de cih girtin, hat berpirsyarên sindoqan û heta hemû hevalên komîsyonên taxan dê her kes beşdar bibe û dengê xwe bi kar bîne. Lîsteyên delegeyan amade ne û hatine daliqadnin. Delegeyên me dikarin biçin ji hejmara xwe ya T.C. yê heta navnîşanên xwe yên rûniştinê kontrol bikin. Ew ê li ser sindoqên ku em ê di 13 û 14’an de deynin dengê xwe bidin. Li şûna veguhestina sindoqê, kesên ku astengdarên fîzîkî ne dê li şûna wan kesekî din ji heman malbatê bikaribe dengê wan bi kar bîn."
 
‘Ji bo şaredariyek demokratîk û azad…’
 
Hatîceyê, da zanîn ku ji ber qerebalixiya navçeyên navendê zêde, hîn zelal nebûye ku dê sindoq li ku bên danîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li navçeyên qelebalix, çend sindoqên dengdanê dikarin li eywanên konferansê an jî li eywanên dawetê werin danîn. Em wisa difikirin ku di vî warî de wê gav bên avêtin. Ji ber ku em xwe dispêrin rêveberiya şaredariyeke demokratîk û azad, em dixwazin vîna gel di vê pêşhilbijartinê de jî diyar bibe. Ya ku em di vir de esas digirin vîna gel e. Ger em rêvebiriyek şefaf, rast û demokratîk dixwazin, di vî alî de xala herî diyarker gel e. Ji ber vê yekê em ê gelê xwe esas bigirin. Em dizanin ku bi taybetî derbarê jinan de destkeftiyên ji dest me hatine girtin hene. Li hemberî wna pêkanînan em dixwazin hemû delegeyên me ji bo dengê xwe bidin bên ser sindoqan.”