Nobeta Edeletê: Heta serokatiya me azad nebe em jî ne azad in

  • 20:14 10 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Huznîgul Kalkan di nobeta edeletê de axivî û got: “Heta serokatiya me azad nebe, girtiyên me azad nebin em jî ne azad in.”
 
27’ê Mijdara 2023’an de girtiyên siyasî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ greva birçîbûnê dan destpêkirin.  Xizmên girtiyan jî bi armanca piştgirya grevan Nobeta Edeletê dan destpêkirin. Nobeta Edeletê ya li Mêrdînê di roja 4’an de didome.
 
Nobeta Edeletê li avahiya DBP’a Mêrdînê didome û gelek kes ji bo piştevaniyê diçin serdana Nobetê. Di serdanê de nirxandina pêvajoya siyasî tê kirin û balê dikşînin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan.
 
Dayika Aştiyê Huznîgul Kalkan di nobeta edeletê de axivî û got: “Heta serokatiya me azad nebe, girtiyên me azad nebin em jî ne azad in.Em nobeta xwe didomînin. Em azadiyê dixwazin. Wê têkoşîna me bidome.”