Nobeda Edaletê di roja 7'an de dewam dike

  • 15:50 10 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji xizma girtiyan Fatma Surme ya ku di roja 7'emîn a Nobeda Edaletê  de axivî got, "Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe."
 
Di çarçoveya kampanyaya bi drûşma "Ji Abdullah Ocalan re Azdî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di di pêeşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwarn a EG'yê (EGE TUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA),  li avahiya  Partiya Herêmên Demokratîk a Ege'yê Nobeda Edaletê ku hatibû destpêkirin di roja 7'an de dewam kir.
 
Çalkiya nobedê ku ji hêla xizmên girtiyan ve tê girtin, rêxistina DEM Partî ya Mugalayê û ya navçeya Narlideryê serdana wê kirin. Rêveberên DEM Partiyê ya Muglayê çîçekên ku li gel xwe anîbûn radestê çalakvanan kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.   
 
Bang li gelê Kurd kirin
 
Fatma surme, dayika 3 girtiyan ku Nobeda Edaletê didomîne, diyar kir ku ew wekî gelê kurd daxwaza aştiyê dikin û destnîşan kir ku siyaseta tecrîdê li ser gel, nemaze Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, divê bi dawî bibe. Fatmayê di berdewamiy de wiha got, “Divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tecrîda ku ji îmraliyê destpê kir li hemû girtîgehan belav bûye. Divê êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Ez ji vir bang li hemû Kurdan dikim, werin em bi hev re  vê tecrîdê bidawî bikin."
 
Çalakiyê bi serdanan dewam kir.