'Pakrewan Sakîne xwedî têkoşînek demdirêj bû'

  • 12:57 10 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB -  Jinên tevlî çalakiya derbarê Komkujiyên Parîsê de bûn diyar kirin ku ew ê xwedî li têkoşîna sê lehengên azadiyê derkevin û wiha gotin:"Bi destê sîstemên qirêj sê lehengên jin gihaştin asta şehadetê. Di heman demê de jî tevî ku Fransa her banga demokrasiyê dike lê li ber hemberî van komkujiyên hov bêdeng mane. Em vê komkujî û bêdengiyê bi tundî şermezar dikin û li ser şopa van şehîdan her têkoşîna me jinan wê bilindtir be."
 
Li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo bibîranîna her du komkujiyên Parîsê do meşek ji aliyê Kongra Star û Meclisa Malbetên Şehîdan hat lidarxistin. Meş ji pêşiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku dikeve milî xerbî taxê hat lidarxistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Sakîne, Leyla û Fîdan em ê Rêber Apo teqez rizgar bikin" û wêneyên pakrewanên her du komkujiya Parîsê û ala Kongra Star hatin hildan. Bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Na ji îxanetê re", "Na ji komkujiya Parîsê re" û "Tolhildan" meş li nêzî Qada Zeytûnê bi dawî bû.
 
Jinên tevlî meşê bûn derbarê Komkujiyên Parîsê de nirxandin kirin. 
 
'Her sê jinên leheng bi komployekê hatin şehîdxistin' 
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mewlîde Silêman ji ajansa me re axaftina xwe kir û wiha komkujiî şermezar kir û got:"Di vê rojê de em pakrewan Sakîne û herdu hevalên wê bi bîr tînin ku li Parîsê bi destê MÎT'a dewleta tirk ev her sê jinên leheng bi komployekê hatin şehîdxistin. Em vê komployê şermezar dikin."
 
'Bi têkoşînek bêhempa li ber xwe da û tu car teslîmkarî nepejirand'
 
Derbarê têkoşîna pakrewan Sakîne Mewlîdeyê wiha axaftina xwe da domandin û wiha pê de çû:"Pakrewan Sakîne xwedî têkoşînek demdirêj bû ku di gelek kongra û qadan de cihê xwe girt. Di heman demê de ji bo azadî û serfiraziya gelê kurd cihê xwe di nava Tevgera azadiya Kurdistanê de jî cihê xwe girtibû lê ji bo ku dewleta tirk pêşî li têkoşîna wê bigirin ew xistin zindanê û wê bi têkoşînek bêhempa li berxwe da û tu car teslîmkarî nepejirand."
 
'Piştî derketina wê ya ji zindanê dîsa dest ji têkoşîna xwe berneda'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Mewlîdeyê da diyarkirin ku pakrewan Sakîne piştî derketina wê ya ji zindana Amedê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe berneda:"Pakrewan Sakîne bi têkoşîna xwe ji bo azadiyê li Ewropayê jî her berdewam kir lê li dawiyê bi komployek ji aliyê MÎT'a dewleta tirk bi du hevalên wê re gihaştin asta şehadetê."
 
'Heta têghiştina azadî û serfiraziyê têkoşîna me wê dewam bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Mewlîdeyê soza dewamkirina têkoşîna li ser xeta pakrewanan da û wiha got:"Ji ber ku dewleta tirk her jinên pêşeng û têkoşer dike hedefa xwe lê li hemberî siyasetên qirêj, em dest ji xebata xwe bernadin. Em ê her li ser şopa pakrewanên xwe bin heta têghiştina azadî û serfiraziyê."
 
'Em pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin'
 
Di heman demê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir jî bi tundî ev komkujî şermezar kir û wiha pê de çû:"Îro em û welatiyên Taxa Şêxmeqsûdê ji bo bibîranîna komkujiya Parîsê li qadan dengê xwe bilind dikin û di şexsê her sê jinên pêşeng ên ku di 9'ê çileyê hat hedef girtin bi minet tevahî pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin."
 
'Pakrewan Sakîne xwedî têkoşînek demdirêj bû' 
 
Di berdewamkirina axaftina xwe de Hêvayê têkoşîna her sê jinên leheng bi bîr anî û wiha pê de çû:"Pakrewan Sakîne bi xwe xwedî têkoşînek demdirêj bû û yek ji damezrînerên Partiya Karkerê Kurdistanê bû. Her wiha rêhevalên wê Fîdan ku di xebatên dîplomasiyê de li Ewropayê dixebitî û pakrewan Leyla jî yek ji xebatkarên di xebata bi rêxistin kirina ciwanan de kar dikir, hatin şehîdxistin. Lê dema li her bajarî li her deverekê ku têkoşîn û xebata jinan bilind dibe, dewletên faşîst ji bo ku pêşî li têkoşîna wan bigire wan jinan di komkujiyan re derbas dike ji bo ku bi vê yekê îradeya tevahî jinan biçewisînin."
 
'Em ê tu car xebatên xwe nedin sekinandin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvayê da diyarkirin ku heya ku tola tevahî pakrewanane neyê hildan ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha anî ziman:"Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzim û qirkirinê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin. Em ê tu car xebatên xwe nedin sekinandin."
 
'Parîs derbarê komkujiyê de bêdeng ma'
 
Di heman demê de Endama Kongra Star Zelîxe Şêx Qember jî ji ajansa JINNEWS re axaftina xwe kir û soza berdewamkirina xeta pakrewanan da û got:"Bi destê sîstemên qirêj sê lehengên jin gihaştin asta şehadetê. Di heman demê de jî tevî ku Fransa her banga demokrasiyê dike lê li ber hemberî van komkujiyên hov bêdeng mane. Em vê komkujî û bêdengiyê bi tundî şermezar dikin û li ser şopa van şehîdan her têkoşîna me jinan wê bilindtir be."