‘Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi yekîtiyê heye’

  • 09:04 4 Çile 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
BEDLÎS - Jinên Bedlîsê, bertek nîşanî tecrîda girankirî dan û gotin ji bo rakirina tecrîdê pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye. Jinan, her wiha bang li hemû kesan kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nebînin.
 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê dest bi greva birçîbûnê kirin. 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, li derve jî malbatên girtiyan di heman çarçoveyê de li Wan, Amed, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û Edeneyê “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin û ji bo aştiyê en bibin dengê girtîgehan” dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê" kirin. 
 
Jinên Bedlîsê ku têkildarî grevên birçîbûnê de axivîn, destnîşan kirin ku ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi yekîtiyê heye.
 
‘Serketina Gelê Kurd bi Îmraliyê re girêdayî ye’
 
Rasîme Baran, tecrîda li Îmraliyê ku 25 sal in hatiye girankirin şermezar kir û got tecrîda hatiye girankirin li dijî hiqûq û edaletê ye. Rasîme, destnîşan kir ku mînaka vê tecrîdê li tu deverê cihanê tuneye û wiha got: “Ev tecrît ne li welatên dinê û bajarên biyaniyan de tuneye. Ev tecrît her ku diçe girantir dibe. Desthilatdar ji bo ku Gelê Kurd bi ser nekeve vê tecrîdê giran dike. Ji ber ku serketina Gelê Kurd bi Îmraliyê re girêdayî ye. Lewma jî dixwazin kurdan tune bikin. Naxwazin kurd bi ser kevin. Desthilatdar li hemberê vê seknê ji ber ku nikare tiştekê bike, çareseriyê bi girankirina tecrîdê re dibîne. Her wiha li hemû girtîgehan girtiyan dest bi çalakiya grevên birçîbûnê kiriye. Divê gelê li derve jî li hember vê yekê bêdeng nebîne û mil bide milên hevdû. Pêwîste hemû kes rabibe li ser piyan. Bila tu kesek ker û lal nebîne. Bila hemû gelê me vê tecrîdê bîne ziman û ji bo şikandina tecrîdê gavên pêwîst bavêje. Ger ku gel nebe yek dê ev tecrît naşikê.”
 
‘Pêwîstî bi yekîtiyê heye’
 
Meryem Korkmaz jî çalakiya grevên birçîbûnê û "Nobetên Edaletê" ku gelek bajaran destpêkiriye slav kir û diyar kir ku tecrît ne bi tenê li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan tê meşandin, li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin. Meryem, da xuyakirin ku armanc ew e ku Gelê Kurd bi temamî tune bikin û wiha pê de çû: “Dema yekîtiya me kurdan çêbibe dê nikarin me tune bikin. Heta yekîtiya me kurdan çênebe em kurd nikarin bi ser kevin. Divê li hemberê tecrîdê em kurd hemû bibin yek, dengê xwe bilind bikin. Vê tecrîdê bişkînin û em bi ser kevin. Li derve her çixwasî çalakiyên Nobetên Edaletê hatibin destpêkirin jî ev yek têr nake. Divê ew bêdengiya li derve bê şikandin. Divê em hemû dengê xwe bilind bikin. Dema kurd dengê xwe bilind dikin desthilatdar êrişê kurdan dike, dike binçavan û digire. Lê belê em bi van êrîşan natirsin. Bila hemû kes serê xwe bilind bike, bibe yek û dengê xwe bilind bikin. Em girtiyên ku ketine greva birçîbûnê bi tenê nehêlin û bibin dengê wan. Pêwîstî bi yekîtiyê heye.”
 
‘Rêya azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye’
 
Suphiye Yilmaz jî da zanîn ku rêya azadî û aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe û got ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîste tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Suphiye, da xuyakirin ku ev bi salan in ew banga rakirina tecrîdê dikin û got heta tecrît rabibe dê ew banga wan bidome. Suphiye, ev tiştan anî ziman: “Ji bo zextên li ser girtîgehan û li derve bi dawî bibe divê Birêz Ocalan azad be. Ev dixwazin demildest dawî vê zilmê bê. Em yekîtiyê dixwazin. Ji bo vê jî banga min ji gel ew e ku werin yekîtiya xwe ava bikin û tecrîdê bişkînin. Bila êdî dilê dayîkan neşewite. Mafê Birêz Ocalan jî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Rêya azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Bila desthilatdar û hemû kes jî baş bizanibe ku hemû tişt destên Birêz Ocalan de ye. Ger ku tecrît rabibe dê ev pirsgirêk jî rabibe.”
 
‘Raperînê mezin bikin' 
 
Guler Coşkûn jî got ew tecrîda hatiye girankirin tu carî qebûl nakin û got ev tecrît li dijî mirovahiyê ye. Guler, destnîşan kir ku di cihanê de mînaka vê zilmê û tecrîdê tuneye û diyar kir ku pêwîste ev zincîr bê şikandin. Guler, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê zincîra tecrîdê bê şikandin. Zarokên me hemû di grevên birçîbûnê de ne. Pêwîste em xwedî li girtiyan derbikevin. Divê em vê zincîrê bişkînin, Birêz Ocalan û hemû girtiyan azad bikin. Ev rewş wiha nameşe. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin, dê dinya xweş û azad nebe. Aramî ne ji me kurdan û ne jî gelên dinê re heye. Ji ber ku ev tecrît bi tenê bandorê  me kurdan nake. Ji bo şikandina tecrîdê çi ji destên me bê em ê bikin. Li derve dengê ku tê derxistin têr nake. Divê em dengê xwe bilindtir bikin. Divê em vê bêdengiya xwe bişkînin û raperîna xwe bi bilindkirina dengê xwe mezin bikin. Bi taybetî jî divê dayikên me rabin li ser piyan. Ji bo Birêz Ocalan û girtiyan divê em vê zincîra xirabî bişkînin.”
 
‘Ji bo rakirina tecrîdê divê gel bibe yek’
 
Saadet Çaçan jî bi lêv kir ku ger Abdullah Ocalan bê berdan dê hemû girtiyên di girtîgehan jî bên berdan. Saadet, diyar kir ku ew dixwazin ev tecrîda girankirî bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye her carê zagonên nû yên efûyê derdixe. Lê girtiyên edlî berdidin, girtiyên me yên siyasî bernadin. Sedema vê yekê çiye? Di misilmaniyê de jî tiştek bi vê rengî tuneye. Di misilmaniyê de tê gotin ku kesên ku xwedî mafekî ne divê neyên astengkirin. Lê belê ev çend sal in Birêz Ocalan nikare mafên xwe bikar bîne û ev çend sal in di girtîgehê de ye. 25 sal in girtî ye. Armanca desthilatdariyê jî ew e ku bi vê yekê re kurdan xilas bikin. Lê bila bê zanîn ku kurd tu carî xilas nabin. Em bi kuştinê xilas nabin. Heta Birêz Ocalan neyê berdan em jî dev ji vê têkoşînê bernadin. Em dixwazin rojek berê zûtirîn Birêz Ocalan û girtiyên siyasî bê berdan. Ji bo rakirina tecrîdê divê gel bibe yek. Heta em nebin yek, em ê herin yek bi yek. Kesên ku navê kurdbûnê li ser heye divê rabin li ser piyan. Taybetî jî divê dayik rabin li ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Em êdî şer û zilmê naxwazin. Bila navê aştî û wekheviyê bilind bibe.”