Ji Mêrsînê hatin serdana Nobeta Edaletê ya Amedê

  • 14:40 3 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kir bi serdana kesên ji Mêrsînê hatin dewam kir.  
 
Gelek xizmên girtiyan ên tevlî çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gan (DEM Parti) a Navçeya Rezan  bûn, pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Li salona ku nobed lê hat girtin, pankartên bi dirûşmên"Ji dayikên lehengan û zindanan re hezar silav.", "Bi hêza xwe em ê tecrîdê bişkînin û jiyana azad misoger bikin" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em dengê xwe bidin zindanan" hatin daliqandin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê mehek li dû xwe hişt. Malbatên li Mêrsînê Nobeta Edaletê didomînin hatin serdana Nobeta Edaletê ya Amedê. Malbatan gotin divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û girti bigihêjin azadiya xwe. 
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin,  greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan ku di Mijdara 2023'an de dabû destpêkirin dewam dike. Malbatên girtiyan ji di heman çarçoveyê de û bi heman daxwazan  ji 4'ê Kanûnê ve li gelek bajaran Nobeda Edaletê dan destpêkirin.
 
Jinên ji Mêrsînê hatin serdana Nobeta Edaletê ya Amedê gul ji jinên tevlî çalakiya nobetê bûne, anîn. 
 
Çalakgerên hatin nobetê dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne","Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok","Bê Serok jiyan nabe","Ji Îmraliyê re hezar carî silav" berz kirin.