Piştî Fatma Uyar: Ew ne tenê keça min keça Kurdistanê ye

  • 09:05 2 Çile 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ŞIRNEX - Fatma Uyar di 4’ê Çileyê 2016’an de bi du hevalên xwe re li Sîlopiyê hat qetilkirin. Dayika Fatmayê, Hatîce Uyar wiha got: "Heta ez bijîm ez ê şopdarê doza keça xwe bim. Ji her temenî hevalên Fatmayê hebûn. Gelek bi nirx bû. Ew ne tenê keça min keça Kurdistanê bû. Bila qet neyên jibîrkirin. Divê her kes dest bidin hev û vê xwînê bidin sekinandin."
 
Di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîr û Sîlopiya Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 2’yê Adara 2016’an berdewam kir. Di pêvajoyê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Di 4’ê Çileya 2016’an de li Sîlopiyê sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir hatin qetilkirin.
 
Jiyana Fatmayê ku bi berxwedan û têkoşînê derbas bû, yek ji jinên berxwedêr ya Kurdistanê bû. Fatma ya ku bi sê guleyan hat qetilkirin, li dijî êrîşên delwetê tu carî axa xwe terk nekir û hestê welatparêziyê her tim nîşanê gelê xwe da.
 
Fatma di 27 saliya xwe de hat qetilkirin. Fatm a di 28’ê Tebaxa 1988’an de li gundê Dihok a Şirnexê hat dinê. 7 xwişk û bira bûn. Hîna 3 mehî bû zextên dewletê nas kir. Piştî gundê wan tê valakirin malbata Fatmayê neçar dimîne biçe gundê Mîlga Şantiyê. Du salan li vir dijîn û piştre ji ber zextan bar dikin Şirnexê.
 
5 salan girtî dimîne
 
Fatma piştî 5 sal perwedehî şûnde dest ji dibistanê berdide. Di salên 2000’î de tevli xebatên ciwanan dibe. Di 2009’an de 21 salî de tê girtin. 5 salan girtî dimîne. Di 2014’an de tê berdan. Piştî girtina Fatmayê bavê wê Reşît Uyar tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn.
 
Tevli têkoşîna jinan dibe
 
Fatma piştî tehliyeyê di xebatên jinan de cih digire û jinan bi rêxistin dike. Heta tê qetilkirin di bin banê KJA’yê de xebatan dimeşîne. Di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de dibe yek ji kesên pêşeng. Beriya bê qetilkirin ji hevala xwe ya zarokatiyê Felek Çakar re dibêje ‘tiştek di dilê min de heye sanki ez ê şehîd bikevim.’
 
Piştî Fatmayê malbat hedef hat girtin
 
Piştî qetilkirina Fatmayê li birayê wê lêpirsîn tê vekirin dayika wê Hatîce Uyar (50) bi îdiaya endamtiya rêxistinê tê giritn. 2  meh û 10 rojan girtî dimîne.
 
Dayika Fatmayê, Hatîce Uyar bi wesîleya 8’emîn salvegera qetilkirina keça xwse ji ajansa me re axivî.
 
‘Girêdayê doza xwe bû’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku salan tu tiştek neguhertiye û wiha vegot: “Tevî sal derbas bûn kujer nehatin dîtin û darizandin. Ez heta bijîm ez ê xwedî li têkoşîna Fatmayê derkevim. Fatma jinek bi nirx bû, hevalek bi nirx bû. Girêdayê doza xwe bû. Rojekê min jê re got ‘keça min tu nikarî vî karî bikî’. Wê jî got ‘dayê tu fêm nakî ev tam jî karê min e’. Fatma jinek rast û zana bû. Fatma di temenê biçûk de dest bi xebatan kir. Keça min çend sal şûnde ket girtîgehê. 9 sal ceza lê hat birîn. 5 sal û sê mehan girtî ma. Her tim li kolanan bû di xebatan de bû. Dema qedexeyan li Şirnexê bû. Piştre çû Sîlopiyê. Li wir bi du hevalên xwe re şehîd ket.”
 
‘Ew ne tenê keça min keça hemû Kurdistanê ye’
 
Hatîceyê wiha dawî lê anî: “Em dayik in û êşa me mezin e, birîna me giran e. Heta ez bijîm ez ê şopdarê dozê bim. Ne tenê doza wê ez ê  şopdarê doza hemûyan bim. Em hemû dayik in. Hemû dilê me ne. Fatma hevala her kesî bû. Gelek bi nirx bû. Ew ne tenê keça min keça hemû Kurdistanê bû. Bila neyên jibîrkirin. Bila her kes dest bidin hev û vê xwînê rawestînin. Bila dayik rondikan nebarînin. Rondikê min tu carî nesekiniye.”