Ji kongereya DEM Partiyê banga tecrîdê bi dawî bikin

  • 15:25 31 Kanûn 2023
  • Ramyarî
AMED - DEM Partiyê li Amedê 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xixt. Di kongreyê de banga tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin hat kirin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Eywana Dawetê ya Kaplanê ya li navçeya Bajarê Nû bi dirûşma “Dema azadiyê ye” 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Dem dema azadiya jinan e”, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Rêya Sêyemîn rêya çareseriyê ye” û pankarta “Jin, jiyan, azadî” ya bi 11 zimanan hatibû daliqandin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çanda bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re ya (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. 
 
Li salonê timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Kongre bi hilbijartina meclîsê û deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
'Me her tim şer kir'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn ku di kongreyê de destpêkê axivî, diyar kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û li dijî zilmê têdikoşin. Pinarê destnîşan kir ku her kes li salonê bûye parçeyek ji têkoşînê.
 
Piştre hevserokê Bajêr Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku êdî dema azadiyê ye û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dema têkoşînê hatiye. Abbas wiha got: “Em hevrêyên xwe yên di zindanan de yên ku bedena xwe dane ber birçîbûnê silav dikin."
 
'Vîna me na şikê'
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray jî got, “Ev salon nîşan dide ku vîna me na şikê. Birêz Ocalan zêdetirî 20 sal in li Îmraliyê tê ragirtin. Ne malbat ne jî parêzer destûr nadin hevdîtinê. Ji 27'ê Mijdarê ve girtiyên siyasî bedena xwe dane ber birçîbûn.Têkoşîna me wê bidome û em ê girtiyên xwe biparêzin."
 
Biryara ji nû ve sazkirinê
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî beşdar bi kurdî, erebî û tirkî silav kir, hêvî kir ku kongre bibe wesîleya aştî û aramiyê û spasiya kesên têkoşîn gihandin vê rojê kir. Tulayê, wiha domand: “Girîng e ku kongre beriya hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Me biryarên di civînên piştî kongre û hilbijartinên giştî dabûn, pêk anîn. Ji bo azadiyê em biryara jinûvesazkirinê bi cih tînin. Em di serdemekî wisa de ne ku divê ji her demê bêhtir kedê bidin.” Bi domdarî Hatîmogûllari siyasetmedarên girtî silav kir. 
 
'Roboskê nayê jibîrkirin'
 
Di berdewamê de Tulayê bal kişand ser Komkujiya Roboskê û ev tişt anî ziman: “Li Roboskê 34 mirovên me bi bombeyan htain qetilkirin. Qismekî wan zarok bûn. Tevî bi ser re 12 sal derbas bûne jî hêj êşa dayikan mîna roja ewil e. Ev zîhniyeta faşîst hêj jî heman êşên nû lê zêde dike. Şaredariya Peyasê bîrdariya Roboskê çêkiribû lê qeyûm di sala 2016’an de hilweşand. Em ê qurbaniyên Roboskê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
Rejîmên nijadperest dibin îktîdar
 
Li Tirkiye û cîhanê rejîmên rastgir, nîjadperest û faşîst dibin îktîdar. Yek ji van jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Şerê Rûsya-Ûkraynayê û Îsraîl-Filistînê didome. Me gotibû ku em bi xelkê mazlum ê Filistînê re ne. Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk li Kurdistanê çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re li dar dixe. Haya we ji çakiyên HUDA-PAR’ê heye. Heke hûn jidil bin, wê demê bang li şirîkê we yê mezin bikin ku dawî li peymanên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re bîne. Ew jî hewl didin ji qetilkirina xelkê Filistînê sûd bigirin. Mafê tu kesî nîne li ser zarokên hatine kuştin siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê dîzayn bikin. Ne pirsgirêka kurd ne jî ya Filistînê ne pirsgirêkeke wisa ye ku fedayî hilbijartinê were krin. 
 
Em tevek dibînin bê ka li Rojava sivîl çawa hedef tên girtin. Çapxane û nexweşxane bombebaran kirin. Gelo ma tekane sûcê wan kurdbûna wan e? Werin em pirsgirêka kurd li 4 parçeyan jî çareser bikin. Em naxwazin cînarên me bibin El Nusra û DAIŞ. Em rêbazên ku demografyaya Rojava diguherînin naxwazin. Hûn dê nekarin bi gef, hedefnîşandan, girtin û binçavkirinan serî bi me bidin tewandin. 
 
Zêdetirî 3 sal in birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bke. Li 106 girtîgehan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikare gavên mezintir bên avêtin. Ji bo çalakî nebin sedema êşên mezintir, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
Dê têkoşîn bidome 
 
Xelk birçî ye birçî! Hewl didin bi birçîhiştinê serî bi civakê bidin tewandin. Lê pereyê ku wan li derveyî welat kom kirî bi têrî 7 nifşên wan heye. Sê meh piştre dê tu qîmeta vî mûçeyê kêmtirîn nemîne. Di heman demê em ji bo aboriyeke adilane ya vî welatî têdikoşin. Hesaba beroşka nakele ji jinan tê pirsîn. Birçîtî, xizanî û bêdahatû hêjayî vî welatî dîtine. Em dibînin ku ev îktîdar hewl dide serdestiyê li jinan bike. Li dijî tundiya dewletê me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bidomînin. 
 
Îradeya li Amedê girîng e 
 
Me li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gelê xwe re bi sedan civîn li dar xistin. Biryara hat dayîn ku di hilbijartina pêş de temamiya şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bistînin. Tevî hîleya veguhestina hilbijêran a AKP-MHP’ê jî em ê bi ser kevin. Komîsyona me ya hilbijartinê vê mijarê jinêzve dişopîne. Îtîraz tên kirin. Hema hema me tevahiya şaredariyên Amedê bi dest xistine. Modêla me ya li vê derê dê ji bo hemû şaredariyan bibe modêle. A ewilî divê em bi ser kevin. Ji bo vê jî divê em têkoşînê mezin bikin. Ya duyemîn pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûmna e. Ji bo vê jî divê gelê me nehêle qeyûm bikevin şaredariyan. Bi vê îradeyê dê hemû qeyûm ji vir bicehimin û biçin. Em ê li Amed û Kurdistanê serkeftineke dîrokî bi dest bixin. Em ê qeyûman bişînin, li dijî pişaftinê dîsa saziyên xwe yên ziman û çandê, saziyên jinan, ciwan û hwd. vekin. 
 
Pêvajoyeke girîng li pêşiya me heye û divê em gelek ked bidin. Ji niha ve em xwe bigihînin hemû taxan. Em tevek jî plansaziyên xwe çêbikin, bikevin rê û dest bi xebatê bikin. 
 
Hêvîdarim sala nû bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bi hêviya ku em komara demokratîk bi hev re ava bikin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.” 
 
Hevserok hatin hilbijartin.
 
Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn dîsa weke Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin.