Ji Nobeta Edaletê banga 'Tecrîd rabe wê pirsgirêk çareser bibin'

  • 09:02 31 Kanûn 2023
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin şûnde li 6 bajaran "Nobeta Edaletê" hatin destpêkirin. Jinên tevli Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku ew edaletê dixwazin û gotin dewlet qanûnên xwe binpêdike. 
 
Nêzî 3 sale agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî vê di 10’ê Cotmehê de pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat destpêkirin û li gelek navendên cîhanê bi çalakî û bernameyan didome. Girtiyên siyasî jî di çarçoveya pêngavê de di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Xizmên girtiyan jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî (TUAYDER) li 6 bajaran dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakî bê navber didomin. 
 
Li Amedê jî di 4’ê Kanûnê de destpê kiribû. Sevîm Uzuncan û Sulhiye Saruhan yên tevli çalakiyê bûn der barê mijarê de nirxadin kir.
 
‘Divê tecrîd demildest rabe’
 
Sevîm Uzuncan diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd bê rakirin û wiha dirêjî daye: “Ji bo tecrîda li girtîgehan û derve bê rakirin gelek çalakî pêk tên. Girtî di greva birçîbûnê de ne. Li girtîgehan tecrîdek giran pêk tê. Her diçe tecrîd li her derê belav dibe. Li girtiyan zilmek mezin pêk anîn. Em van dibihizin û xemgîn dibin. Yên girtî hemû zarokên me ne. Her diçe zilma dewletê zêde dibe.”
 
Sevîmê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû kes rabin ser piyan û wiha bi dawî kir: “Divê her kes rabe ser piyan û bibin yek. Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Divê ev tecrîd hem ji ser Abdullah Ocalan hem ji ser Gelê Kurd bê rakirin.”
 
‘Dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne’
 
Sulhiye Saruhan jî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan edelete û wiha domand: “Tecrîda Îmraliyê bandor li ser hemû girtiyan û civakê kiriye. Girtî li dijî vê ketin greva birçîbûnê. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila serokatî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Çawa ku mafê hre kesî heye yê wan jî heye. Dewleta dibêje maf û qanûnên min hene, bila qanûnan bîne cih. Dewlet qanûnên xwe pêk nayne."
 
‘Sedema pirsgirêkan tecrîde’
 
Sulhiyeyê balkişand ser tecrîdê û wiha domand: “Sedema hemû pirsgirêkan tecrîde. Tecrîd rabe wê aştî bê, wekhevî bê û aborî baş bibe. Aboriya Tirkiyeyê ji şer re dixebite. Ji ber vê em di vê rewşê de ne. Ez bang li hemû malbatên leşkeran polîsan û gelan dikim. Werin em dest bidin hev. Bila kes nemire.  Bila pirsgirêkên me li meclîsê bê axaftin û çareserkirin.”