Nobeda Edeletê li Wanê di roja 26’an de didome

  • 14:36 30 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobetên Edeletê di roja 26’an de bi serdanên piştevaniyê didome û jinan wiha got: “Îro jin di her qada jiyanê de cih digirin. Ev saya birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Ji bo aştî, azadî, wekhevî pêk bê divê demildest polîtîkayên tecrîdê bidawî bin."
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" li Wanê  jialiyê xizmên girtiyan ve Nobeta Edeletê hat destpêkirin û di roja 26’an de didome. Komîsyona Hilbijartinê ya Navendê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bernamzetên hevşardariyê yên DEM Partiyê çûn serdana Nobeta Edeletê.
 
‘Jin bi saya Birêz Abdullah Ocalan bûn xwedî gotin’
 
Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Nazîme Arvas di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê demildest polîtîkayên tecrîdê bên rakirin. Divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Em jî wek komîsyon çalakiya we silav dikin. Bila çalakî bibe wesîleya aştî û edeletê. Zîhniyeta serdest jin hepsê nav çar dîwaran kirin. Lê bi saya Abdullah ocalan jin bûn xwedî gotin xwedî îrade.”
 
‘Em ê têkoşînê bilind bikin’
 
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Okkeş Kava jî axifî û daxuyakirin ku li girtîgehan tevî hemû rêbazên îşkenceyan di dîroka têkoşînê de berxwedan û pêşketinên mezin hatine jiyîn û wiha bi lêv kir: “Îro jî ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin têdikoşin. Her kesê xwedî wijdan divê piştgiriyê bidin têkoşînê. Em ê li her qadê têkoşînê mezin bikin.”
 
‘Şer bi kesî nade qezenckirin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadets Oklu jî wiha vegot: “Dayikên Kurd ji ber polîtîkayên şer bi dehan zarokên xwe winda kirin. Cenazeyên zarokên me di qutiyan de dan me. Bi kargoyan şandin. Em mirinên xwe bêyî wecîbeyên olî defin dikin. Em bang li hemû dayikên leşkeran dikin bila piştgiriyê bidin têkoşîna me. Tevî hemû zilmê em her tim aştiyê tînin ziman. Şer bi kesî nade qezenckirin.”