OHD xwe amade dike ku serî li CPT û Wezareta Edaletê bide

  • 09:05 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê li dijî Mandela û rêgezên navneteweyî, pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê ye û got: "Di çileya 2024'an de amadekariya hevdîtina bi CPT û Wezareta Edaletê re dikin û ji bo dawî li tecrîda girankirî dê serlêdan bikin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hatin astengkirin. Ji Kurdistan, Tirkiye û ji çar aliyê cîhanê parêzer, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û pêkhateyan gelek însiyatîf ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu bersiveke ne erênî û ne jî neyînî hat dayîn. Di sala 2023’yan de, 110 car parêzer û 59 car jî malbat serlêdana hevdîtinê kirin. 
 
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ji bo bi dawîkirina tecrîdê her di nav hewldanan de bûn. Di 10'ê Hezîrana 2022'yan de OHD tevî 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dabûn, bersivek nehat dayîn. Di 21'ê Mijdara 2022'yan de Şaxa OHD'ê ya Stenbolê û Baroya Stenbolê ji bo şopandina tecrîdê serlêdanek pêk anî bûn lê tu gav nehatin avêtin. Her wiha şaxên OHD'ê yên bajaran jî bi heman armancê serlêdan pêk anîn. Di heman çarçoveyê de Hevserokên Giştî yên OHD'ê jî ji bo hevdîtinê serlêdan kir lê bê bersiv hatin hiştin. 
 
Di Çileya 2024'an de OHD xwe amade dike ku bi gelek sazî û dezgehên hiqûqî re serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Wezareta Edaletê bide da ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û tecrîda girankirî bi dawî bike.
 
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçil derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Di panelan de mijara tecrîdê 
 
Nagehan, diyar kir ku mijara tecrîdê her di rojeva OHD'ê de bû û wiha bal kişand ser panelên ku hatine lidarxistin: "Ne tenê li Stenbolê, li bajarên ku şaxên komeleyên me heyî me panel li dar xist. Hefteya borî li Stenbolê panelek me li dar xist û me xwest bi her awayî tecrîdê bigirin dest û ji raya giştî re ragihîn. Derbarê dîroka tecrîdê û sêpandina wê de me agahî da. Her wiha em li ser tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê jî girt dest. Serlêdanên ku ji bo hevdîtinê hatin kirin hatin nirxandin. Helwesta CPT’ê ya di pêvajoyan de derketin holê hatin nirxandin." 
 
Bandora tecrîdê...
 
Nagehan, da zanîn ku niha tecrîd belavî tevahiya girtîgehan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di panelan de mijara girtîgeh û tecrîdê girt dest. Bandora tecrîdê ya li ser civakê jî bû mijara şîroveyan. Ji ber ku tecrît li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû girtîgehan bû û piştre bandorê li civakê û siyasetê kir. Derbarê hemû sernavan de nîqaşên berfireh hatin kirin. Bi taybetî tevlîbûneke zêde hebû. Di dawiya panelan de pirs û bersiv jî mijar bêtir xist nava nîqaşan. Ez bi bawerim ku bi panelan em gihaştin armanca xwe." 
 
Plansaziya serlêdanan hat kirin
 
Nagehan, wiha behsa serlêdana li Wezareta Edaletê û CPT’yê kir: "Serlêdanên CPT'ê yên demên borî, tespîta nebûna têkilîdayînê ya mutlaq a CPT'ê û bersiv nedayîna CPT'ê di plan û bernameyên me de cih girt, em ê di vê pêvajoyê de li ser wan rawestin. Çend Yekitiya Neteweyî (NY) daxwaza tedbîrgirtinê û pêkhatina hevdîtinan kir jî Tirkiye di tecrîde de israr kir. Li hemberî vê yekê dezgehên hiqûqê û baro dê serî li CPT'ê bidin û ev tişt di plansaziya me de cih digire. Di çarçoveyeke berfireh de bernameya serlêdanan heye. Bi heman rengî bi gelek hiqûqnasan re dê serî li Wezareda Edaletê bidin, ev tişt di plansaziya me de heye." 
 
Berpirsiyartiya hiqûqnasan 
 
Nagehan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser naveroka serlêdanên ku dê bên kirin: "Wekî her tim em behs dikin li Îmraliyê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên PKK'yî tecrîdeke bêhiqûqî heye, li dijî rêgezên Mandela û navneteweyî ye, li dijî biryarên pêşniyarên CPT’ê ne, li dijî Qanûna Înfazê ya Ceza ya Tirkiyeyê ye. Em ji serê ewil heta niha vê tiştî qal dikin. Li Tirkiyeyê qanûnên înfazê hene, lê li Îmraliyê jî qanûnên cuda hene. Ne hiqûqî bi siyasetê rêgez li Îmraliyê tê sêpandin. Sazî û dezgehên hiqûqî bi zelalî û li hemberî îşkence, tecrîd û binpêkirina mafên mirovan de bêdeng in. Ev tişt rastiya dazgehên hiqûqê ji holê bê wate dike. Gelek rêxistinên hiqûqê ji ber helwesta xwe bê wate dimînin. Armanca hiqûqnasan parastina mafê mirovan e, lê bêdengî ne li gorî etîka pîşeyê ye. Divê hiqûqnas li hemberî vê yekê berpirs be û hestiyar be."
 
'Li dijî tecrîdê dê xebatên me bidomin'
 
Nagehan, daxuyand ku ji bo serlêdanên ku dê li CPT'ê û Wezareta Edaletê bê kirin xebat didin meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang dikin ku bila guh bidin tespîtên ku CPT'ê û  biryarên NY'yê, divê rêgezên ku tên sêpandin ji holê bê rakirin û hiqûq bê sêpandin. Di vê mijarê de dê xebatên me bidomin. Tecrîda li Îmraliyê de her rojeva me de be. Em ê heta bidawîkirina tecrîdê xebatên xwe bidomînin." 
 
 

Etîketan:

Tecrit Abdullah Ocalan