Li Îzmîrê çalakiya nobetê dest pê kir

  • 14:32 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" li Îzmîrê Nobeta Edaletê dest pê kir. 
 
Bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" bi pêşengiya TJA û EGE TUHAYDER'ê li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP'ê ya Îzmîrê Nobeta Edaletê dest pê kir. Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya nobetê bûn. Li eywanê afîşên " Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan","Li dijî tecrîdê berxwedan" hatin daliqandin. Rêxistina DEM'ê ya Îzmîrê û gelek rêxistinên civakî tevli serdanê bûn. 
 
'Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşînê bidomînin'
 
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz da zanîn ew êdî dixwazin ev zilma bi dawî bibe û wiha got:"Girtî di bin zilmê de ne. Em wekî Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Rêberê me ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû cîhanê têdikoşe. Loma jî wî hepis dikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta hevdîtinê nekin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em dibêjin bes e."
 
Piştre Hevserokê DEM'ê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş jî diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got ew piştgiriyê didin nobeta ku bi daxwaza aştiyê tê lidarxistin. 
 
Her wiha Mehmet da zanîn divê ji bo aştiyê berpirsiyarî bê girtin û got ew li gel kesên çalakiya nobetê li dar dixine.