Dayika Aştiyê Besna: Xwedî li Nobeta Edaletê derkevin

  • 09:04 27 Kanûn 2023
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Piştî gelek bajaran malbatên girtiyan yên Mêrdînê jî diyar kirin ku wê Nobeta Edeletê bidin destpêkirin. Dayika Aştiyê Besna Gunay ku wiha got: “Bila tecrîda li ser serokatî û zarokên me bê rakirin. Bila her kes bê tevli Nobeta Edeletê bibin.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bidem û dorveger da destpêkirin. Piştî vê xizmên girtiyan di çarçoveya heman pêngavê de li Amed, Wan, Mersîn, Edene û Stenbolê dest bi Nobetên Edeletê kirin. Girtî di hevdîtinên telefonê yên bi malbatan re dengê xwe didin bihistin û malbat jî banga hestiyariyê li rayagiştî dikin. Piştî 5 bajaran şûnde di 22’ê Kanûnê de dayikan diyar kirin ku wê li Mêrdînê jî Nobeta Edeletê  bidin destpêkirin.
 
Dayika Aştiyê û dayika girtî Besna Gunay der barê grevên birçîbûnê û Nobeta Edeletê de nirxandin kir.
 
‘Tiştekî ku em jê bitirsin nemaye’
 
Besnayê destnîşan kir ku divê demidest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û balkişadn ser greva birçîbûnê ya girtiyan. Besnayê wiha daxuyand: “Her kes dizane greva birçîbûnê bi kîjan daxwazan hatiye destpêkirin. Dayikên 70-80’ê salî dizanin ku zarokên wan çima dest bi çalakiyan kirine. Bi armanca piştgiriyê dest bi Nobeta Edeletê kirin. Em dayikên Mêrdînê jî wê dest bi Nobeta Edeletê bikin.Em dayikên aştiyê jî di bin tecrîdê de ne. Em ne ji girtinê ne jî mirinê ditirsin.Tiştekî em jê bitirsin nemaye. Ji ber tiştek nemaye. Me her tişt dît me her tişt jiya. Bila zilma li ser girtiyan bidawî be. Bila tecrîd bê rakirin.”
 
‘Bila pirsgirêk bê çareserkirin’
 
Besnayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Lijneyên Îdarî û Şopandinê bi taybet tahiyeya girtiyên 30 sal in girtîne taloq dikin û wiha bertek nîşan da: “Li girtiyên 30 sale girtîne poşmanî tê ferzkirin. Tahliyeya wan 3 meh, 6 meh û 9 mehan tê dirêjkirin. Gelo kesên 30 sale girtîne wê poşman bibin? 3 sal û 4 mehe hevdîtin bi serokatiya me re nayê kirin. Tu agahî jê nayê girtin. Ew ne tenê Rêberê Kurdan yê hemû cîhanê ye. Em rewşa wî nizanin. Agahî jê nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Divê demildest tecrîd bidawî be. Bi aştî û wekheviyê ev pirsgisrêk dikare bê çareserkirin.”
 
‘Bila her kes tevli nobetê bibe’
 
Besnayê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo dest bi Nobeta Edeletê bikin amadekariyan dikin û wiha dawî lê anî: “Divê em jî ji bo zarokên xwe hewl bidin. Divê em bibin dengê wan. Zarokên me bêyî sedem girtîne. Ji bo kesekî ku kevir davêje cezayê muebetê dibirin. Lê heman ceza nadin kujeran nadin tecawizkaran. Ji ber Kurdin cezayên giran li zarokên me dibirin. Ji ber em dest ji doza xwe bernadin me ceza dikin. Ev e edelet ev e wekhevî? Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin. Ez bang li hemû dayikan dikim, bila tevli Nobeta Edeletê bibin.”