Nobeta Edaletê ya Stenbolê di roja 13'an de ye

  • 15:20 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 13'an de ye. Di çalakiya nobetê de hat gotin:"Em di têkoşîna xwe de bi israr in. Em di daxwaza xwe ya rewa de bi biryar in."
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (MATUHAYDER) a Marmarayê ve li Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di 13'ê Kanûnê de hatibû destpêkirin dewam kir. Pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, ji girtîgehan re bibin deng” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîyan” hatin daliqandin. Malbatên di nobeta edaletê de dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. 
 
MATUHAYDER'ê çalakiya xwe ya nobetê îro dewrî ANYAKAYDER'ê kir. Rêveberiya ESP'ê û gelek welatî îro hatin serdan Nobeta Edaletê. 
 
'Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e'
 
Berdevkê herêma duyemîn ê ANYAKAYDER'ê Necmettin Toptamur çalakiya nobeta edaletê silav kir û bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê. Necmettin di dewamiyê de wiha got:"Ez ji bo me hemûyan serkeftinê dixwazim. Ez vê çalakiyê pir bi nirx dibînim. Ez li ser navê ANYAKAYDER'ê diaxivim. Ev çalakî ji bo 3 rojan dewrî me kirin. Em jî xwedî li vê nobetê derdikevin. Em ê bi hev re têbikoşin. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Ji bo me hemûyan serkeftinê dixwazim."
 
Çalakiya nobetê bi tilîlî û kilamên bi kurdî û bi serdanan didome.