'Ev kongre û coş dê tecrîdê bi dawî bike û faşîzmê paşve bixe'

  • 12:04 24 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, "Ev kongre û coş dê tecrîdê bi dawî bike û faşîzmê paşve bixe. Em careke din dibêjin ku li hemberî têkoşîna gelê Kurd tu hêz wê nikaribin bisekinin."
 
1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” dest pê kir. Bi hezaran ciwan tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ciwanan pankart vekirin û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dirûşm berz kirin û peyam dan. Ciwanan, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” jî bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Di heman demê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” li eywanê olan dan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li kongreyê bûn.  
 
'Dê têkoşîna me mezin bibe'
 
Piştî hilbijartina diwanê ji endamên dîwanê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Em silavên xwe ji bo girtiyên azadiyê, kesên di greva birçîbûnê de ne re dişînin. Me heta niha tu carî serî netewand û dê netewînin. Em ê rêxistiniya xwe mezintir bikin. Em ê bersiva herî xurt li vir bidin kesên hewl didin bi rêya şerê taybet me tune bikin û dê rêxistiniya xwe mezintir bikin.” 
 
Piştî axaftina Bêrîtanê ji bo kesên di têkoşîna azadyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rê hat girtin.
 
 
'Dê ev kogre û coş tecrîdê bi dawî bike'
 
Li ser navê Meclîsa Ciwanan endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Senem Erîş axivî, greva birçîbûnê ya li girtîgehan, Nobeda Edaletê û berxwedana jin û ciwanan silav kir. Senem got, "Silav silav ji kesên ku ji bo siberoja azad li ber xwe didin, silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re... Tevî hemû astengiyan, polîtîkayên şerê taybet û faşîzmê em li vir in." Senemê, anî ziman ku tecrîd roj bi roj kûrtir dibe û got, “Rêberê gelê Kurd tê wateya rêxistinbûna ji serî heta dawiyê û li dijî şerê taybet. Em li vir in, em di nav têkoşînê de ne. Ev kongre, ev coş wê tecrîdê bidawî bike û faşîzmê paşve bixe. Em careke din dibêjin, tu hêz wê nikaribe rê li ber têkoşîna Kurdan bigire. “Bijî berxwedana ciwanan.”
 
Piştre jî perspektîfa meclîsa ciwanan hate xwendin.
 
'Ciwan li dijî pergalê çiya ne'
 
Piştî perspektîfê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku bi hezaran ciwan bi ruhê têkoşînê li salonê ne. Tûncer got, “Em hebûn, hene û em ê hebin. Têkoşîna ciwanan têkoşîna Şerzan Kurt, Mazlûman, Alî Çîçek, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz û 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin e. Têkoşîna Ceylan Önkol e. Hûn ronî, tava me ne, li dijî îstîsmarê parastina bindestan, kedkar û jinan e. Li ku derê cîhanê têkoşîna ciwanan heye, pergal bi ser de tê. Ciwan li hemberî pergalê çiya û asteng in. Têkoşîna rêxistinbûyî ya ciwanan a bi her rengî li Tirkiyeyê wê bidome."
 
'Ev berxwedan wê ji bo me bibe hêviyek'
 
Tûncer, anî ziman ku dewlet ciwanan weke siberojê dibîne, lê nahêle werin cem hev û got, “Weke hemû beşên berxwedêr ên vê civakê, bi polîtîkayên hovane hewl didin pêşiya têkoşîna ciwanan bigirin.  Li dijî vê pergala ku xeyalan difiroşe me em ê bibin hêvî û pêşeroja gelê xwe. Tevî hemû zext û astengiyan jî ev berxwedan wê ji bo me bibe hêviyek."
 
 
'Em we vedixwînin ku careke din muzakereyê bikin'
 
Tûncer, diyar kir ku şer û pevçûnan tiştek bi xwe re neanî û got, di şerê 40 salî de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dane. Tûncer got, “Di pevçûna ku duh dîsa derket de ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin 'Em xemgîn in' lê zarokên kedkar û feqîran jiyana xwe ji dest dane. Eger hûn dilpak bin, weke DEM Partiyê em amade ne ku hemû erkên ku ji destê me tê bi cih bînin. Em amade ne. Li vir li Îmraliyê birêz Ocalan di sala 2015’an de ji bo ciwanên tirk û kurd jiyana xwe ji dest nedin û kurd wekî mirov û wekhev bijîn, îradeyek derxist pêş. Em careke din we vedixwînin muzakere û çareseriya pirsgirêka Kurd.
 
'Em bi ciwanên Kurd bawer in'
 
Piştre Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê yên li 120 girtîgehan hatine destpêkirin. Keskîn diyar kir ku ew ê vî barî ji girtiyên li girtîgehan re nehêlin û ew ê vî barî bigirin ser xwe û da zanîn ku hêviya wan ji ciwanên Kurd heye.