Rêwîtiya Meryem Soylû ya ber bi Nobeda Edaletê ve

  • 09:02 24 Kanûn 2023
  • Rojane
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Meryem Soylu 22 roj in serê sibê piştî karê malê dike, bi peyatî dikeve ser rê û berê xwe dide çalakiya Nobeta Edaletê. Piştî li xwekirina pêşmalka "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" dest bi çalakiya xwe dike. Ji bo Meryemê biryarbûn û encam girtin girîng e û wiha dibêjê: "Heta ku em encamekî bigirin ez ê her roj bêm çalakiyê."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê Nobeda Edaletê dan destpêkirin. 
 
Nobeda Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve li Amedê hat destpêkirin 21 roj in li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan, dezgehên sivîl serdana çalakiya Nobeta Edaletê dikin. 
 
Dayika girtiya nexweş Amîne Kaya Meryem Soylu her roj ji mala xwe bi rêdikeve û berê xwe dide cihê çalakiyê. Ji bo Mêryemê êdî berxwedan bûye parçeyek ji jiyan wê. Ji ber vê jî çalakiya Nobeda Edaletê wek parçeyek xwe dibîne. Ji roja destpêka çalakiyê heta îro Meryem di nava çalakiyê de cihê xwe girt. 
 
Piştî karê malê berê xwe dide çalakiyê
 
Meryem, her serê sibê wekî bi hezaran jinan serê sibê paqijiya malê dike û deştêya xwe dike. Lê cudabûnek wê şa jinên din heye ku piştî kar û barê malê di saet 10.00-11.00'an de ji malê derdikeve berê xwe dide DEM Partiye. Çend DEM Partî dûrê malê be jî bi peyatî diçe. Dema dighije qada çalakiyê pêşmalka li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe dike û bal dikişîne ser armanca berxwedana xwe. 
 
Bi klaman armanca xwe tînin ziman
 
Meryem piştî pêşmalkê li xwe dike silav dide rêhevalên xwe û li cem wan rûdinê. Piştî pirsîna rewşa ji hevdu dest bi çalakiyê dikin. Beriya serdanên sazî û dezgehan dayik di nabera xwe de dikevin sohbetên kûr û dirêj. Qala rewşa zarokên xwe yên girtî dikin. Caran bi sohbetan û caran jî bi klaman hest û ramanên xwe tînin ziman. Dema ku partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî tên serdanê behsa armanca çalakiyên xwe dikin. Dema saet dibe 17.00 jî êdî hemû dayik di nav de Meryem jî heyî pêşmalkên xwe derdixin û xatir ji hevdû dixwazin û berê xwe didin malên xwe. 
 
Me xwest wek ajansa JINNEWS'ê rojekê Meryemê çawa derbas dibe bînin ziman. Meryem ji ajansa me re axivî û hest û ramanên xwe ya derbarê armanca çalakiyê de anî ziman. 
 
Çima Nobeta Edaletê?
 
Meryem, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa keça xwe û armanca çalakiya xwe: "Keça min Amîne jî li girtîgehê niha di greva birçîbûnê de ne. Her wiha keça min jî nexweş e. Ji kîsikê ziravê emeliyat bûye, niha di çavên xwe de pirsgirêkan dijî. 6-7 meh in divê randevû bigire û tedawî bibe, lê nayê tedawîkirin. Ev rewşa keça min. Ji bo çi me dest bi Nobeda Edaletê kir? Di serî de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo girtiyên nexweş, pakrewanên xwe yên ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û piştre cenazeyên ku nehatin dayîn. Ev serpêhatiyên ku tên kirin bi armanca şikandina vîna malbatan e. Di dîrokê de nîne ku piştî 20 salan goristan bên texripkirin û hestiyan bibin li cihekî ne diyar bên definkirin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."
 
'Ez li her deverê cîhanê me '
 
Meryem, diyar kir ku li tu deverê cîhanê rêberên gelan demek dirêj girtî namînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Abdullah Ocalan tenê ne rêberê gelekî ye, rêberê gelên bindest û Rojhilata Navîn e. Bi girtinê re hewl didin ku Gelê Kurd ji holê rakin. Gotina wî "Hûn nikarin vîna me têk bibin. Ez di nava çar dîwaran de girtî me lê li her deverê cîhanê me'. Ev gotin girîng e." 
 
'Li hemberî wahşetê bêjin êdî bes e'
 
Meryem, da zanîn ku divê Nobedên Edaletê bi her awayî bidome û wiha bi lêv kir: "Divê her kurd êdî li hemberî vê wahşetê bêjê êdî bes e. Çalakiya ku em li dar dixin bi nirx e. Lê ji bo çalakiyên din divê gel derkeve derve. Jin, zarok, pîr û kal divê tevlî çalakiyan bibin. Ev çalakiya ku em li dar dixin ji bo Rêberê me, girtiyên nexweş û girtiyên din gelekî bi nirx e. Heke Rêberê me azad be dê Rojhilata Navîn azad bibe. Heta ku em encamekî bigirin ez ê her roj bêm çalakiyê. Kesên ku koçberê axa me bûye niha ji me re dibêjin 'Hûn kî ne?' Em xwediyê vî axê ne. Ev ax axa me ye."
 
Meryem Soylu kî ye?
 
Meryem li navçeya Sason a Êlihê ku li quntara Çiyayê Mareto ye ji dayik bû. Meryem dayika 13 zarokan e. Li hemberî zextên dewletê û yên feodal dest ji berxwedana xwe bernade. Piştî ku 3 zarokên wê tevlî PKK'ê bûn, Meryem zêdetir tevlî têkoşînê bû. Lê dema Meryem 68 salî bû bi îdiaya “Endamtiya rêxistina terorê” hat girtin û 10 salan di girtîgehê de ma. Piştî tehliyeyê zarokên wê Amîne û Mehmet Kaya tên girtin.
 
Meryem paşê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çanda bi Malbatên Di Dewrgûşa Şaristanan de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), di 27'ê Sibata 2021'ê dabû destpêkirin de hatibû binçavkirin. Di 2'yê Adarê de bi Hatun Aslan a 71 salî re ve hat girtin. Meryem ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di danişîna yekemîn a doza ku di 25'ê Gulana 2021'ê de der barê wê de hatibû vekirin, hat berdan. Di sêyemîn danişîna heman dozê de jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Meryemê hat birîn.