Bi kilamên xwe piştevaniya berxwedana girtiyan dike

  • 09:08 23 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Dengbêj Meryem Tuncer a ku bi salan e êş û jana xwe bi kilaman vedibêje, li gor rihê demê stranên xwe amade dike. Meryem bi kilamên xwe piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê dike û banga tevlîbûna çalakiya Nobeda Edaletê kir. 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in jî tu agahî jê nayê girtin, di 27'ê Mijdarê de girtiyan li girtîgehan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger dan destpêkirin. Çalakiya ku di roja 27’emîn de berdewam dike, li Wan, Amed, Mersîn, Edene û Stenbolê jî çalakiyên Nobeda Edeletê hatin destpêkirin.
 
Di her qadê de ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniya girtîgehan xwedîderketin her diçe mezin dibe. Li Wanê jî dengbêj Meryem Turcer a ku bi salan e dengbêjiyê dike, ji bo piştevaniya girtiyan jî kilamek amade kiriye. Dengbêj Meryem derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Li gor rihê demê kilaman amade dikim’
 
Meryem, anî ziman ku dengbêjî derd bêjî ye û got ew kilamên xwe li gor rihê demê amade dike û distêre. Meryem, bi lêv kir ku ew ev demên ku dijî di dilê xwe de dinivîse û wiha domand: “Ji ber ev êş û jana ku em dijîn ji dilê xwe de dibêjin. Ji xwe dema mirov vê derdê nebîne nikare bibêje jî. Kesên ku bûne dengbêj jî ji ber derd, êş û jana dilê wê heye bûye dengbêj. Ji ber vê yekê jî ev pêvajoya ku em di nav re derbas dibin girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji ber grevên birçîbûnê îro xwarin di qirika me de derbas nabe. Dema ew di girtîgehê de birçî bin, em ê di malê de çawa nan bixwin? Dilê me diêşê ji ber vê yekê. Ji ber vê yekê min li ser girtîgehan stranek amade kir û dibêjim.”
 
Tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bibin 
 
Meryem, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bi salan e tecrît li ser Gelên Kurd tê meşandin. Meryem, diyar kir ku ev tecrît niha li ser hemû girtîgehan tê meşandin û wiha pê de çû: “Ji xwe emrê girtiyên me di nava çar dîwaran de derbas dibe. Ev bi salan di girtîgehan de dimînin. Ji ber ku kurd in û ji ber fikrên xwe hatine girtin. Îro girtiyên nexweş nayên berdan. Lê belê ew kiryarên tacîz, tecawiz û tiryakê jî tên berdan. Lê ji ber ku em dibêjin em kurd in, nayên berdan. Banga min ji malbatan ew e ku xwedî li girtiyan derbikevin. Pêwîst ji 7 salî heta 70 salî rabin ser piyan û bêjîn Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî daxwaza me ya ewilî ew e ku demildest tecrîda li ser Serok bê rakirin. Bila girtî tenê neyê hiştin û em di malên xwe de rûnenên. Her kesek çi ji destên wan tên divê bikin. Ez jî îro bi kilaman dixwazim bibim dengê girtiyan. Em dema dengê xwe bikin yek em ê wê demê bibin dengê girtiyan. Pêwîste îro her kes tevlî çalakiya nobetê ku hatiye destpê kirin bibin.” 
 
Dayika wê jî tê girtin û îşkence dibîne
 
Meryem, bal kişand li ser zext û zilma dewletê û got ev zilm li her deverê Kurdistanê berdewam dike. Meryem, destnîşanî valakirina gundan jî kir û got ji ber zext û zilma dewletê di sala 88’an de ji gundê Mezra ya navçeya Elkê ya Şirnexê malbata wê koçberê Edeneyê dike û wiha pê de çû: “Wê demê dewletê cerdevaniyê li  me ferz dikir. Lê me cerdevaniyê qebûl nekir û ji gund derketin koçberê Edene û Mersînê kirin. Piştî vê xwîşka min Sultan tevlî PKK’ê bû. Dewletê ji dayika min re digot ‘Te keça xwe şandiye’. Ji ber vê yekê di sala 89’an de dayika min girtin û îşkence lê kirin. JÎTEM’ê naylon li situyê dayika min diheland. Dema dayika min hat girtin ez li Wanê bûm, zewicîbûm. Di sala 2007’an de jî carekedin dayika min Qazê Ozlu wê demê 60 salî bû hat girtin, kirin girtîgehê. 4 sal û 9 mehan di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Karataş a Edenê de ma. Ji bo hevdîtina dayika xwe ez ji vir diçûm Edeneyê. Rojekî ez ji bo hevdîtina dayika xwe çûm Edeneyê, lê bi hinceta ku çalakî li dar xistine destûrê nedan em hevdîtinê pêk bînin. Ji ber destûrê nedan ez bi dayîka xwe re hevdîtinê bikim li ser kevirekî rûniştim û ji bo dayika xwe min stran got. 25 rojan ez li Edenê li benda dayika xwe mam da ku hevdîtinê bikim. Lewma jî ez kilamên xwe li gor demê dibêjim.” 
 
‘Zincîra astengiyê bişkînin’
 
Meryem, dawiya axaftina xwe de got gelek astengî derketine pêşiya wê, lê wê tu astengiyan nas nekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min bi dengbêjiyê êş û jana dilê xwe digot. Min zincîra zorê li pêşiya xwe şikand. Ez bang li hemû jinan dikim ku vê zincîra astengiya pêşiya xwe bişkînin.”