Saadet Akin a girtî stranek nû çêkir

  • 14:21 22 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Girtiya siyasî Saadet Akin helbesta bi navê "Îskender" a helbestkar Selver Yildirim kir stran û got. 
 
Girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de ji bo piştevaniya pêngava "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin û bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe bi rê dikin. Girtiya siyasî Saadet Akin a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de bi rêya telefona bi malbata xwe re strana nû ya çêkiriye parve kir. 
 
Saadet Akin ev nêzî 9 salan e di girtîgehê de ye. Di serdema 8'ê Mijdara 2018'an de dema Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû demeke dirêj Saadetê di grevê de mabû. Berê jî strana bi navê "Jîna" ya li ser Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin çêkiribû. Girtiya siyasî Saadetê vê carê jî helbesta bi navê "Îskender" a helbestkar Selver Yildirim kir stran û got.