'Biryarbûna me û nobeda me wê bidome!'

  • 09:57 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Xizmên girtiyên ku di pêşengiya MATUHAYDER’ê de "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin gotin, “Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Em ê navçe navçe 'Nobeda Edaletê' bidomînin. Heta ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin em ê berxwedana xwe bidomînin." 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in agahî jê nayên girtin, di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Li aliyê din jî xizmên girtiyan li Amed, Wan, Mêrsîn û Edenê ji bo piştevaniya pêngavê û bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeta Edelatê" kirin. 
 
Duh jî li Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilar a Stenbolê hat destpêkirin. 
 
Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Demîr Sonmez, ji Dayikên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Cemîle Karakaş e tevlî nobetê bûn ji ajansa me JINNEWS’ê re axifîn. 
 
'Em bi biryar in' 
 
Dîlek Demîr Sonmez, diyar kir ku divê serê ewilî rexnedayinek bê dayîn ji ber ku ev çalakî dereng hat destpêkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me wek MATUHAYDER'ê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Armanca vê nobetê li dijî tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan a ku 25 sal in didome û niha belavî hemû girtîgehan bûye hat destpêkirin. Niha girtî jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em ê bi çalakiya Nobeta Edaletê piştevaniya girtiyan bikin. Dê biryarbûna me û çalakiya me bidome. Em paşve gav navêjin. Çalakiya me dê heta 15’ê Sibatê bidome. Em hêvî dikin ku heta 15'ê Sibatê nemine û daxwazên me bên cih."
 
'Em teqes paşve gav navêjin'
 
Dîlek, daxuyand ku divê xwedî li daxwazan bê derketin û got: "Heke xwedîbûneke mezin derkeve holê dê daxwaz zûtir bên cih. Ji bo tenduristiya rêhevalên xwe divê em bêtir hewl bidin. Nobeta me dê 15 rojan li navçeyekê pêk bê û piştre dê navçeyên din bidome. Her 3 rojan carekî çalakiya me dê saet 11.00 dest pê bike û heta 17.00'an bidome. Me bi dayikên xwe re wisa biryar girt. Em teqes paşve gav navêjin."
 
'Em serî li ber berxwedanê ditewînin'
 
Çalakvana Nobeda Edaletê Kumri Akgul ku ji bo birayê xwe yê girtiyê nexweş têdikoşe û wiha nêrinên xwe anî ziman: "Me li Stenbolê Nobeda Edaletê da destpêkirin. Di 27’ê Mijdarê de girtiyên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Me got, êdî bes e, em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Pêwîste em hem bi Rêberê xwe re hem jî bi girtiyên xwe re hevdîtinê bikin. Greva birçîbûnê îro di roja xwe ya 18’emîn de berdewam dike. Em serî li ber berxwedana girtiyan ditewînin. Em wek dayik me Nobeta Edaletê da destpêkirin. Em hewl didin ku êdî zarokên me pirsgirêkan nejîn." 
 
'Bijî berxwedana zindanan'
 
Kumrî, daxuyand ku ji bo piştevaniya girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê dane destpêkirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Birayê min jî girtî ye û nexweş e. Êdî bes e em heta kengê di bin zilmê de bijîn. Her wiha heta ku Rêberê me azad nebe em jî azad nabin. Em ji zext, binçavkirin û girtina polîsan natirsin. Roja înê ez bi birayê xwe re axivîm lê ew min nas nekir. Bi kelepçeyan wî dibin tedawiye. Em vê yekê naxwazin. Her wiha 33 meh in ji Serokatiyê agahi nagirin. Ji ber vê yekê jî em ê li qadan bin. Em ê navç bi navçe bigerin û çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin. Heta damleyeke xwîna me bimîne em ê têbikoşin. Zextên heyî nikare me ji rêya me veqetîne. Jin jiyan azadî û bijî berxwedana zindanan." 
 
Ji kurê xwe hêzê digire 
 
Çalakvana Nobeda Edaletê Cemîle Karakaş ku kurê wê Hamgîn Karakaş 18 roj in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Afyonê di greva birçîbûnê de ye, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em bang li gelê xwe û malbatan dikin û dibêjin êdî bes e. Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Kurê min di greva birçîbûnê de ye û 18 roj in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Sedema ku em niha li ber xwe didin ji ber gotina kurê min a 'Ez tenê ji bo te nakim, ji bo hemû dayikan dikim' e. Ez ji kurê xwe hêzê digirim. Divê hemû dayik vê bibihîzin. Divê êdî kes bêdeng nemîne, bila dengê me û girtiyên me bibihîzin. Ger kurê min ji bo hemû cîhanê û dayikan li ber xwe dide, divê her kes dengê wî bibihîze. Divê êdî ev tecrîda li ser Serokatî û zarokên me rabe. Em deyindarên wan in. Ev ji bo me di bin tecrîdê de nin. em bang li hemû dayik û welatiyan dikin ku piştevaniya me bikin."