Ji 'Nobeta Edaletê': Heta azadiyê dê çalakiya me bidome

  • 13:48 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Amedê di roja 10'emîn de berdewam dike. Dayika Gulîstan Al a girtî Emîne Al di çalakiyê de axivî û got: "Dê heta azadiya Abdullah Ocalan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin." 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezan a Amedê didome. Çalakî ket roja xwe ya 10'emîn. Li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. 
 
Di çalakiya îro de dayika Gulistan Al a girtî Emîne Al axivî û got: "Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk bê dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Li dijî tecrîdê ev bû 10 roj em di nobetê de nin. Ev bû 15 roj ez ji keça xwe agahiyê nagirim, lê îro telefon vekir. Divê bê zanîn ku heta ku li Îmraliyê tecrîd ranebe dê tecrîda li hemberî zarokên me, girtiyên siyasî û li ser me ranabe. Divê gelên cîhanê û Ewropayê guh bidin me. Em bang li dayikên şehidan dikin ku bila bên piştevaniya çalakiya me bikin."