Piştevanên 'Nobeta Edaletê': Em ê bi hev re azad bibin

  • 09:04 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Zelal Tunç 
 
WAN - Welatiyên ku hatin piştevaniya çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin, anîn ziman ku bi salan e tecrîdeke giran li Îmraliyê tê meşandin û vê bangawaziyê kirin: “Li Edenê, Mêrsîn, Amed û Wanê li dijî tecrîdê nobet hatiye destpêkirin. Em ê piştevaniya wan bikin û em ê bi hev re azad bibin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, nêzî 3 sal in hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê astengkirin. Rêberê PKK’ê herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtin kiribû û hatibû qutkirin. Ji bilî Abdullah Ocalan, li girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî agahî nayê girtin. Hemû serlêdan bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin. 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ji 27'ê Mijdarê heta 15'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û çalakiya wan berdewam dike. Li derve jî ji bo piştevaniya çalakiya girtiyan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY -DER) li Wan, Amed, Mêrsîn û Edenê çalakiya “Nobeda Edaletê” di bin dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hat destpêkirin. 
 
Çalakiya li Wanê ku di roja 9’emîn de berdewam dike, gelek saziyên sivîl û welatî tên ji bo piştevaniyê. Welatiyên ku hatin piştevaniya çalakiyê axivîn û bang kirin ku hemû kes xwedî vîna xwe derbikeve.
 
‘Em xwedî li vîna xwe derkevin’
 
Ayten Salgur a ku ji taxa Surmelî ya Rêya Armûşê hat piştevaya çalakiyê kir, destnîşan kir ku agahiya hemû civakê û gelê cîhanê ji vê tecrîda girankirî heye û got taybet 13 salên dawiyê ye tecrîdek girantir li ser Abdullah Ocalan heye. Ayten, bi lêv kir ku sê salên dawiyê ye jî ev têkilî bi temamî hatiye qûtkirin û wiha domand: “Demên pêşî de car carna şande, parêzer û malbat dikaribûn biçin hevdîtinê. Lê belê ev di salên dawiyê ye parêzerên wî qet nikarin pê re hevdîtinê bikin. Tecrît ne tenê li Îmraliyê ye, tecrît li tevahiya girtîgehan, sazî û gelê me hemûyan e. Hebûn û nebûna me girêdayî azadiya Serokatiya me ye. Em encax bi wî dikarin xilas bibin. Aştî bi Serokatî wê bê vî welatî. Bila tu kes xwe nexapîne û nebêje ez di mala xwe de rehetim. Gelê Kurd ku bi salan e bi vê zilmê re rû bi rû ye, lê dîsa jî hişyar nabin. Lê em gelekî sistin û xemsar in. Divê em xwedî li vîna xwe derkevin.”
 
‘Em ê bi hev re azad bibin' 
 
Ayten, bal kişand li ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan dest pê kiriye û diyar kir ku divê Gelê Kurd jî li derve rabin li ser piyan. Ayten, wiha pê de çû: “Em wek Gelê Kurd rabin li ser piyan û piştgiriya girtiyan bikin. Em jî li derve çalakiyan li dar bixin. Ew hemû zarokên me ne. Îro her kesekî ji ber gotinên xwe cezayê bi salan li wan hatiye birîn. Zarokên me bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Her cûre zilm li hember girtiyan tê meşandin. Divê em vê yekê qebûl nekin. Divê em xwedî li Serok derbikevin. Divê em ax, ziman û welatê xwe xwedîderkevin. Em dibêjin êdî bes e. Niha li Edenê, Mêrsîn, Amed û Wanê malbatên me yên girtiyan li dijî tecrîdê dest bi nobetê kirine. Em çalakiya wan pîroz dikin. Em jî piştrevaniya wan dikin û wan malbatên xwe bi tenê nahêlin. Em bang li hemû dayikan dikin ku rabin li ser piyan û ji vê yekê re bêdeng nebînin. Em ê piştgiriya ciwan û girtiyên xwe bikin da ku bi hev re azad bibin."
 
‘Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’
 
Ayşe Nîllî jî ku ji taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê hat piştevaniya çalakiyê kir û bang li kesî kir ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ayşe, bi lêv kir ku bi salan e tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, lê dengek zêde mezin nehatiye derxistin û wiha axivî: “Me ne ji bo Serok û ne jî ji bo zarokên xwe yên girtî tiştekî kir. Divê êdî her kes vê bêdengiyê bişkîne û rabe li ser piyan. Em ne dayikên xwe û ne jî girtiyên xwe tenê nahêlin. Em ê bi berxwedanê vê tecrîdê bişkînin. Dem ew dem e ku gelê me rabe li ser piyan û tecrîdê bişkînin. Em tecrîda li ser zindanan rabikin."