Malbatên girtiyan berxwedana girtiyan silav kirin

  • 09:06 9 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Malbatên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de hat destpêkirin silav kirin û gotin: "Divê demildest li Îmraliyê hevdîtin pêk bê."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, ev nêzî sê sal in tu agahî jê nayê girtin. Herî dawî di 25’ê Mijdara 2021’ê de birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi telefonê hevdîtinek kiribû û hevdîtin hatibû birîn. Hemû serlêdanên parêzer û malbatan jî tên redkirin. Bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û wê heta 15’ê Sibatê bidome. Grevên birçîbûnê di roja 13’yemîn de didome.
 
Malbatên girtiyan ên li Colemêrgê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn, bal kişandin ser kampanyaya ku hatî destpêkirin û gotin divê demildest hevdîtin pêk bê. 
 
‘Ez berxwedana girtiyan pîroz dikim’ 
 
Remziye Yaşar li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê û Dîlgeş Yaşar jî li Girtîgeha Beşîkduzu a Trabzonê girtî ye. Mehsîma Yaşar a dayika her du girtiyan e, grevên birçîbûnê ya li girtîgehan silav û pîroz kir û got: “Em wek malbatên girtiyan wê heta dawî li cem girtiyan bin. 25 sal in Rêberê Gelê Kurd girtiye. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtinan. Li ser rêberê me tecrîd tunebûna wê li ser Gelê Kurd jî tunebûna. Grev dê heta 15’ê Sibatê dorveger bidome. Ez bang li Gelê Kurd dikim ku em bibin dengê girtiyan. Hemû kesên xwedî bi wijdan divê girtiyan tenê nehêlin. Li girtîgehan îradeyek xurt heye. Lê divê em xwedî li wê hêzê û îradeyê derkevin. Tecrîd tenê li zindanan tuneye li ser malbatan jî pêk tê. Çi ji destê kê tê divê bikin. Divê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”
 
‘Bila tecrîd bê bidawîkirin' 
Dayika girtî Mehdî Mihçi ya li Girtîgeha Sîlîvriyê Gulbeyaz Mihçi jî daxuyakirin ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û wiha dirêjî daye: “Vê tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê. Em kesên ku dibin sedema tecrîdê şermezar dikin. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin zilm. Her kes li dijî tecrîdê bêdeng e û çavên xwe girtine. Divê hevdîtinên bi serokatiyê re bên kirin û tecrîd bê şikandin. Êdî bes e.”
 
‘Divê demildest hevdîtin bê kirin' 
 
Gulbeyazê, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Heta serokê me azad nebe aştî jî ne pêkan e. Tecrîd ewil li ser serokatiyê hat destpêkirin. Piştre li girtîgehan li ser gel û jinan belav bû. Niha li girtîgehan li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Divê em ji bo girtiyan bibin deng. Divê demildest hevdîtin pêk bên.”