Pîrebokên Kampusê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê atolyeyan çêdike

  • 09:02 8 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Pîrebokên Kampusê Seçîl Murtazaoglu da zanîn ku ji ber sedema polîtîkayên desthilatdariyê ciwan derdikevin derveyê welat û got wê li dijî vê atolyeyan pêk bînin û hişmendiya femînîst mezin bikin. Seçîlê ev tişt anî ziman: “Armanca dewletê ev e ku karkerên nû hilberîne, keda mirovan binpê bike. Ciwan ji ber polîtîkayên dewletê diçin derveyê welat. Ji ber vê em bi jinan re di atolyeyan de tên gel hev û dixwazin hişmendiya femînîst pêş bixînin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin kolanan û serhildanê bilind bikin.”
 
Ji ber polîtîkayên dijminê jinê yên deshtilatdariyê qada jiyana jinan her diçe teng dibe. Bi taybet xwendekarên zanîngehê di demên dawî de pirsgirêkên mezin dijîn û ji ber îhmalkariya desthilatdariyê rê li ber pirsgirêkên cidî vedibin. Xwendekar ji starbûnê bigirin heta xwedîbûn û debareyê, di gelek mijaran de fikaran dijîn û bêhêviyek mezin heye. Bi van pirsgirêkan re xwendekar ji xwe re riyekê nabînin û serî li dawîbûna jiyana xwe didin, bi guman jiyana xwe ji dest didin. Meha borî li navçeya Efeler a Aydinê li Wargeha Guzel Hîsar a Keçan xwendekara bi navê Zeren Ertaş di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest da. Piştre gelek xwendekarî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê li her derê Tirkiyeyê xwendekar rabûn ser piyan û li dijî pirsgirêkan têkoşiyan.
 
Endama Pîrebokên Kampusê Seçîl Murtazaoglu der barê pirsgirêkên li wargehan tên jiyîn de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
Pirsgirêkên xwendekaran naqedin!
 
Seçîlê daxuyakirin ku jin li zanîngehan li dijî tundiya mêr-dewletê xwe bi rêxistin dikin û li dijî hemû polîtîkayên êrîşên desthilatdariyê çalakiyan û bernameyan dimeşînin. Seçîlê ev tişt diyar kir: “Em ciwan li dijî polîtîkayên deshtilatdariyê haydar in. Em dizanin ku dewlet dixwaze çi bi me bide kirin. Em dizanin ku dewlet bi polîtîkayên xwe ciwanan ber bi bêhêvitiyê ve dibe. Piştî cînayeta Zeren Ertaş gelek pirsgirêk hatin rojevê. Di salekê de asansorên nehatine çêkirin hene. Li wargehan xwarin xerab in. Bi salan e xwendekar bi jehrîbûnê re tên rû hev. Ciwanên zanîngehê demek dirêj e pirsgirêkan dijîn.”
 
‘Ciwan polîtîkayan qebûl nakin’
 
Seçîlê her wiha bi lêv kir ku xwendekar li dijî pirsgirêkên li wargehan bi bertek in û wiha domand: “Piştî mirina Zerenê em bi rastiyeke ku em bi mirinê re rû bir û ne re hatin rû hev. Ji ber vê jî ciwan êdî bêdeng neman û daketin kolanan. Dewlet jî di ferqa vê de ye. Ciwan ya wê bimirin ya jî wê bixwînin. Ji bo vê jî ciwan êdî li her derê ne. Ev pêvajo wisa nikare bidome. Ciwan vê qebûl nakin.”
 
‘Divê em têkoşînê baş bikin’
 
Seçîlê anî ziman ku naveroka pergala perwerdeyê hatiye valakirin û ev nirxandin kir: “Armanca dewletê ev e ku karkerên nû hilberîne û keda me binpê bike. Dewlet dixwaze ji bo sermayê, karkeran bigihîne. Dixwaze hêza me bişkîne û me bê hêvî bihêle. Ji bo vê jî ciwan diçin derveyê welat. Lê têkoşîn li vir dikare bê dayîn û bi têkoşînê dikare her tişt bê başkirin. Divê em li cihên dimînin bi têkoşîna xwe her tiştî biguherin.”
 
Hişmendiya femînîst bi atolyeyan mezin dibe
 
Seçîlê wiha daweî lê anî: “Hem li dibistan hem jî li her derê em bê bi jinan re bên gel hev û atolyeyan pêk bînin. Em hişmendiya femînîst pêş dixînin. Em hemû jinan pêş dixînin. Em ligel hev disekinin û dibin bersiv. Ji bilî me kesekî me tune ye. Em bang li hemû jinan dikin ku em bên gel hev û serhildana xwe mezin bikin. Têkoşîna xwe mezin bikin.”