Li Wanê ji bo şîna cenazeyê di qutiyê de radest kirin tevlibûna girseyî

  • 14:06 3 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê partiyên siyasî bi girseyî bi dirûşma “Şehîd Namirin” tevlî şîna Azad Satilmiş ê HPG’yî bûn ku cenazeyî wî di qûtiyê de radestî malbatê hatibû kirin.
 
Endama YJA Starê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) û Azad Satilmiş (Azad Zagros) yên HPG’yî, di 14’ê Îlona 2018’an de di encama operasyona li qada Katoya Marînûs a navçeya Elkê ya Şirnexê de, jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê şervana YJA STAR'ê Axîn Seydo û Azad Zagros yê HPG'yî d qûtiyan de radestî malbatên wan hatibûn kirin. Cenazeyê Axîn Seydo li Şirnexê, yê Azad Zagros jî li gundê Rewka yê navçeya Qelqelî ya Wanê hat definkirin.  
 
Li taxa Îskele ya Tûşba ya Wanê ji bo Azad Zagros şîn hat danîn û mewlud hat xwendin. Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER),  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulderen Varli û gelek kes tevli şîna hat danîn bûn. Girseya ku kom bû bi dirûşmên “Şehît Namirin” û “Ey şehîd Xwîna te li erdê  namîne” ber bi cihê şînê ve çûn.
 
‘Em tu carî gavê paşve navêjin’
 
Di şînê de Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Wanê Enver Taş axaftinek kurt kir û ji malbatê re sersaxî xwest. Enver, wiha got: “Bila dijmin baş bizanibe ku ev gel xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Ew çiqasî bê exlaqiyê bikin jî ev gel xwedî li nirxên xwe derdikeve. Em hêzê ji rêber û şehîdên xwe digirin. Em tu carî gavê paşve navêjin. Em şopdarê şehîdên xwe ne. Bila zanibin ku şehîdan Kurdistan ava kiriye.”
 
‘Ew ji bo vî gelî çûn’
 
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Şengul Polat jî sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest û wiha axivî: “Divê em hemû baş bizanibin ku zarokên vî gelî ji bo çi çûne. Divê em van hemûyan baş bizanibin. Ew ji bo azadiya vî gelî çûne. Ji bo zilma li ser gel bidwî bikin çûne û di vê riyê de şehîd bûne. Divê em xwedî li xewn û xeyalên wan derbikevin û li gor vê yekê tevbigerin.”
 
Piştî xwendina diayan û daxwaza sersaxiyê girse ji cihê şînê veqetiya.