'Bi riya vê konferansê em ê her têkoşîna xwe mezin bikin'

  • 12:09 2 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinan têkildarî konferansa duyemîn a Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava dan zanîn ew ê bi xebatên xwe yên bi vî rengî li dijî fermanan bibin bersiv û wiha gotin:"Ji bo em li hember tundî û fermanan bibin bersiv konferansên bi vî rengî divê bên lidarxistin. Bi riya vê konferansê em ê her têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo em jinên êzidî yên di destên DAÎŞ'ê de rizgar bikin xebatên bi vî rengî girîng in. Em serkeftinê ji bo tevahî jinên êzidî dixwazin."
 
Bi dirûşma "Bi têkoşîn û berxwedana jinên êzidî em ê bi ser bikevin" Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Helebê li dar xist. Di konferansê de jinên ji sazî û meclisên taxê, di heman demê de jinên ji Yekîtiya Êzidiyên Şehbayê amede bûn. Di konferansê de rewşa rêxistinî ya siyasî ya salekê hat nirxandin. Kesên tevlî konferansê bûn jî axivîn û ji bo pêşxistina xebatan pêşniyar hatin kirin. Ji Rêveberiya Mala Êzidiyên Helebê, Roşîn Muse, Berdevka Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso, Ji Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Meryem Cindo derbarê konferansa hat lidarxistin de axivîn. 
 
'Bi riya vê konferansê em ê her têkoşîna xwe mezin bikin' 
 
Ji Rêveberiya Mala Êzidiyên Helebê, Roşîn Muse da zanîn ew ê bi rêya vê konferansê têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got:" Konferansa me ya duyemîn li bajarê Helebê hat lidarxistin. Ji bo birêxistinkirina xebat û jinên êzidî ev girîng e. Ji bo em li hember tundî û fermanan bibin bersiv konferansên bi vî rengî divê bên lidarxistin. Bi riya vê konferansê em ê her têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo em jinên êzidî yên di destên DAÎŞ'ê de rizgar bikin xebatên bi vî rengî girîng in. Em serkeftinê ji bo tevahî jinên êzidî dixwazin."
 
 
'Îro bi têkoşîna xwe em li hemberî fermanan bûn bersiv'
 
Berdevka Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso li ser girîngiya lidarxistina konferansa xwe ya duyem wiha got: "Me konferansa xwe ya duyem li taxa berxwedanê ya bajarê Helebê li dar xist. Ev konferans ji bo me gelekî girîng e. Îro bi têkoşîna xwe em li hemberî fermanan bûn bersiv. Îro kesek nikare têkoşîna jinên êzidî vala derxin."
 
'Li ser ramanên Rêbertî tekoşîna me her dewam e'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Sûadê bal kişand ser fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:"Di roja me ya îro de jinên êzidî di hemî milan de xwe bi rêxistin dikin. Komîteyên xwe ava dikin û di her qadê de cihê xwe digirin. Ev yek jî îro bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi pêş dikeve. Em ê her li ser fikir û ramanên Rêbertî têkoşîna xwe bidin dewamkirin."
 
'Di dîroka jinan de her tim têkoşîn heye'
 
Ji Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Meryem Cindo da zanîn jinên êzidî li hember zextan her tim li berxwe dane û wiha pê de çû:" Ji  destpêka dîrokê de û heta roja me ya îro, jin her tim bi berxwedana xwe li pêş in. Di dîroka jinan de her tim têkoşîn heye. Bi taybet di şoreşa Rojava de zêdetir jinan xwe dan pêş. Jinên êzidî di fermanan de her tim hatin kuştin, revandin û tecawizî wan hat kirin. Lê di roja me ya îro de jinên êzidî li hember hemî cureyên tundî û binpêkirinan xwe dan îsbatkirin."
 
'Lidarxistina konferansê ji bo me cihê serbilindiyê ye'
 
Meryemê da zanîn lidarxistina konferansa duyem ji bo wan cihê serbilindiyê ye û wiha dawî li gotina xwe anî:"Ji bo konferansa yekem a li Rojava hat lidarxistin xebatên girîng û cidî hatin kirin. Ev yek jî bi saya jinên êzidî yên ku xwestin bi têkoşîn û karê xwe li hember dijmin, bibin bersiv bû. Heta ku konferansa duyem jî hat lidarxistin, van xebatana dewam kirin. Û lidarxistina konferansa duyem îro ji bo me cihê serbilindiyê ye. Ji ber tevî hemî şert û mercan jî, jinan her tim berxwedana xwe dane dewamkirin. "