Nurcan Aslan a girtî: Em ê li ser axa xwe azad bibin

  • 09:03 2 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Girtî Nurcan Aslan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin banga piştgiriyê kir û wiha got: “Yên ji xwe re dibêjin ez mirov im û azadiyê dixwazin divê bibin dengê vê pêngavê û dengê zinandan. Serkeftin bi vî awayî bi yekîtiyê dikare bê bidestxistin. Baweriya me mezin e ku em xwe bigihînin armanca xwe.”
 
Li 104 girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî"  dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn.Tê payîn ku girev heta 15’ê Sibata 2014’an bidomin. Girtiyên di çalakiyê de bi hevkariya malbat û parêzeran dengên xwe didin bihîstin. 
 
‘Em ê li ser axa xwe azad bin’
 
Nurcan Aslan a li Girtîgeha Jinan a Tarsus a Mêrsînê dimîne, bi hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re bang li rayagiştî kir û got: “Sedema destpêkirina grevê diyar e. Di vî alî de em piştgiriya hemû rayagiştî dipên.Yên ji xwe re dibêjin ez mirov im û azadiyê dixwazin divê bibin dengê vê pêngavê û dengê zinandan. Serkeftin bi vî awayî bi yekîtiyê dikare bê bidestxistin. Baweriya me mezin e ku em xwe bigihînin armanca xwe. Em ê girtî bi gelê xwe re li ser axa xwe azad bin. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim.”
‘Li dijî zilmê ketin grevê’
 
Dayika Nurcanê, Muzeyyen Aslan jî der barê grevên birçîbûnê de axivî û bang li rayagiştî kir ku bibin dengê girtiyan. Muzeyyenê wiha domand: “Li ser girtiyan zextên mezin hene. Her cara diçim hevdîtinê behsa binpêkirinên mafan û pirsgirêkan dikin. Niha li dijî zilmê ketin grevê. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan ji bo tecrîda li Îmraliyê bidawî be ketin grevê. Di serî de malbat û hemû kes divê li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”
 
‘Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin’
 
Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha dawî lê anî: “Divê em destûrê nedin vê. Divê tecrîd demildest rabe. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Girtiyên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin hene. Li cihekî ku evqas zilm hene girtî ketin grevê. Lê rayagiştî bêdeng e. Divê ji bo girtiyan piştgirî bê dayîn. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Divê girtiyên nexweş li derve bên dermankirin. Lê dermankirina wan tê astengkirin. Divê tecrîd demildest rabe û girtî bên dermankirin. Divê her kes bibe yek. Serkeftin wisa pêkan e.”
 
Der barê Nurcan Aslan de
 
Nurcan Aslan di 2000’î de li Îzmîrê hat dinê. Bi eslê xwe ji Qoserê ne.Di 2013’an de bi malbatê re vedigerin Qoserê. Di 2016’an de di qedexeyên derketina derve de di 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok bi 70 kesî re dema hîna 16 salî bû hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Di bin çavan de îşkenceyên giran lê hat kirin û 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê cezayê muebetê lê birî. Piştî biryar ji aliyê Dadgeriyê ve hat xerakirin ji nû ve hat darizandin û vê carê 16 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Bi dorê li girtîgeha Mêrdîn, Hatay û Tarsusê ma. Tê payîn ku Nurcan di 2025’an de tehliye bibe.