Ji helbestvana girtî bang: Bibin dengê me!

  • 15:28 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan di roja xwe ya 5’an de berdewam dike, helbestvan û nivîskara Kurd Leyla Saraç a li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye, bang li raya giştî kir û got, “Em ji hemû raya giştî û bi taybet malbatên xwe dixwazin ku bikevin nava liv û tevgerê û piştgiriyê bidin çalakiya me. Em dixwazin hûn bibin dengê me. Heta ku Rêbertiya me û gelê me azad bibe em ê çalakiya xwe bidomînin."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî yên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja xwe ya 5’an de didome. Di grevê de ku ji 104 girtîgehan gelek girtî bi dorê tevli dibin, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe ji raya giştî re radigihînin.
 
'Bibin dengê me'
 
Helbestvan Leyla Saraç a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Weke hûn jî dizanin, bi dirûşma 'Ji Rêbertiyê re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' me pêngaveke nû da destpêkirin.  Hevalên me Kubra Filiz û Esma Başkale jî di vê çarçoveyê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Em dixwazin hemû gel bi taybet malbatên me xwedî li çalakiya me derkevin. Em dixwazin hûn bibin dengê me. Heta ku Rêbertiya me û gelê me azad bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. "Ez ji her kesî re serkeftinê dixwazim."