'Bila CPT û rêxistinên navneteweyî li erka xwe xwedî derkevin'

  • 15:13 30 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatîmogullari, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' hatiye destpêkirin bi bîr xist û got: "Îro jî tecrîda li ser Birêz Ocalan didome. Tecrîda giran a bi salan e didome hatiye asteke ku nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên naventeweyî û CPT'ê dikin ku  xwedî li erka xwe derkevin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tûlay Hatîmogullari ji bo têkiliyê bi gel re dayne hat Dîlokê. Tûlay û heyeta pê re li otobana ku li derketina rêya Riha-Dîlokê ye hatin pêşwazîkirin û piştre derbasî navçeya navendî ya Şahînbeyê bûn. Tûlayê piştre beşdarî hevdîtina gel a li ber avahiya partiya xwe ya navçeyê bû.
 
Tûlay di di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku Dîlok veguheriye navenda pêkanînên taybet û bal kişand ser zextên li ser partiya xwe ên li bajêr. Tûlayê, Burhanettîn Bolu, Vakkas Dalkiliç û Abdulsamet Sakik ên ku li Dîlokê di pêşxistina şoreşgerî de keda mezin dan û jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û got, “Têkoşîn heta îro anîn. Ez Mustafa Yilmaz, rêhevalê gundî Mehmet Ayik û Mustafa Kirmizî yên têkoşîna şoreşgerî û têkoşîna ked dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Rêxistineke me ya bajêr heye ku dikare ji hemû bedelên ku dîlokê dane re bibe bersiv. Belê, dem bi dem em ketin kêmasiyan. Lê lvir tu carî têkoşîn bi dawî nebûye û ji niha û pê ve jî teqez em ê têkoşîna xwe bi rengekî ku rê nedin van astengiyan bidomînin. Di vê dema ku em wek HEDEP'ê li seranserê Tirkiye û Kurdistanê pêvajoya xwe ya nûavakirinê dimeşînin, ez careke din diyar bikim ku ji bo rêxistina Bajêr a Dîlokê jî heman tişt derbas dar e.”
 
Civîna MGK'ê
 
Tulay di axaftina xwe de bal kişand ser civîna MGK'ê û got: "Piştî civînê encam hat aşkerakirin. Encam ji 7 xalan pêk tê û di nav de 3 xal hene ku behsa pirsgirêkên Azerbaycan-Ermenistan û şerê Rûsya-Ukraynayê dike. Ya din jî behsa êrişên Îsraîl û Filîstînê dike. Di wan xalan de pêşniyara bi dawîkirina şer û pêvçûnan tê kirin û daxwaza agirbestê tê kirin. Helbet em jî dixwazin şerê ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Lê divê li gorî daxwazên gelan divê pirsgirêk bên çareserkirin. Em wek HEDEP'ê li cem Gelê Fîlîstînê cih digirin. 
 
Di xalên ku hatî diyar kirin de tê ziman ku dê êrişên li hemberî Rojava û Gelê Kurd berdewam bike. Îktîdar qaşo xwedî li jinên Fîlîstînê derdikeve lê li Rojava rê li ber qetilkirina zarokên kurd vedike. Ev tişt nayê qebûlkirin. Divê demildest êrişên li hemberî Rojava bên bi dawîkirin. Divê statuya Gelê Kurd ya li Sûriyeyê di hêla hiqûqê de bê nasîn. Wekî gelên ku li Tirkiyeyê dijîn û Gelê Kurd dê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'ATK alîgiriyê dike'
 
Tulayê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, bi daxwaza "Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatine destpêkirin bi bîr xist û wiha got:"Em pirsgirêka kurd û pevçûnên li herêmê dewam dikin îfade dikin. Lê tenê ne ev e. Li dijî têkoşîna gelê kurd, piştevaniya aliyên sosyalîst û çepgir jî êriş dewam dikin. Îro tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam dike. Tecrîda bi salan e dewam dike êdî hatiye asta ku neyê qebûlkirin. Em li vir di destpêkê de bang li CPT'yê û li rêxistinên mafên mirovan dikin ku peywira xwe bînin cih. Niha em bi dayikek xwe re axivîn û ji me re qala zarokê xwe yê ji sedî 90 astengdar e û çi dikşîne kir. Kesên li dijî kesê ji sedî 90 astengdar e bê wijdan tev digere ma qey wê bikare bi Filistînê têkeve nava piştevaniyê? Ev derew e. Şertên di girtîgehan de gelekî giran in. Li gor zagonên Tirkiyeyê divê girtiyên nexweşiya wan giran nemînin. Raporên ATK'ê li holê ne. ATK alîgiriyê dike. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Divê tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Di 27'ê Mijdarê de grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin. Wê heta sibehê bi awayekî dorveger dewam bike. Armanca grevên birçîbûnê ew e ku tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Wateyeke din a vê ya ew e ku meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Yanî mirov çima xwe birçî dihêlin ? Wateyeke vêya heye. Em hêvî dikin ku di encama van grevên birçîbûnê de tabloyeke giran dernekeve pêşberî me. Em hêvî dikin daxwazên wan bên cih û bi serkeftinekê bi enca bibe."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Tulayê bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên nêz dibin û wiha pê de çû:"Bila AKP nebêje qey ji ber qeyûm tayin kirine şaredariyên HDP'ê bi dest xistibûn bê xwedî ne. Em ê ji wan bigirin. Em niha ketine pêvajoya hilbijartinên herêmî. Me di van hilbijartinên herêmî de me wekî HEDEP'ê helwesta xwe eşkere kir. Me got hûn bi tayinkirina qeyûman nikarin mafê gel ê hilbijartinê ji holê rakin û hûn nikarin îradeya gel tune bihesibînin. Hûn nikarin sîstemeke wiha bidin berdewamkirin. Ew ê gel bi îradeya xwe şaredariyên xwe bigirin. Me xebatên xwe bi biryarî dane destpêkirin. Em ê hemû şaredariyên me ferqiyek kêm winda kirine dîsa bi dest bixin. Em ê bi ser bikevin. Ew ê îradeya gel tecelli bike. Em ne alîgirên vê rejîma dewam dikeye. Ji bo ev rejîm bê tesfiyekirin çi ji destên me bê em ê bikin."
 
Serdana esnaf û malbatan
 
Piştî hevdîtinê Tulay û kesên li gel wê li Taxa Karayilan a navçeya Şahinbey serdana esnafan kirin. Tulaya li pirsgirêkên esnafan guhdarî kir da zanîn çareseriya li dijî neyîniyan siyaseta demokratîk e. Tulayê bi serdanan hevdîtina xwe ya li Dîlokê bi dawî kir.