'Helwesta Tirkiyeyê ji ya Netenyahu ne cuda ye'

  • 09:03 30 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Cigira Serokê Giştî yê PÎA'yê Menîce Gulmez da zanîn ku AKP’ê di dagirkirina Isralîlê ya Fîlîstînê de wekê ku piştgiriyê dide Fîlîstînê nîşan dide û got: “Ev helwesta Tirkiyeyê ji ya Netenyahu cudatir nîne. Tirkiye jî her tim wekî wî êrîşî rojavayê Kurdistanê dike."
 
Ligel ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê meha sêyemîn li dû xwe dihêlin, bêdengiya hêzên navneteweyî yên cîhanê li hemberî Îsraîlê dewam dike. Di dema ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî êrîşên ku herî zêde jin û zarokan jiyana xwe ji dest dabûn protesto hatin kirin, Serokomar Tayyîp Erdogan bi eşkere piştgiriya xwe ya ji bo Hamasê anî ziman û HUDA PARê jî ji bo piştgiriyê li Kurdistanê protesto û çalakî li dar xist. 
 
Ji aliyê din ve Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (PIA) Menice Gulmez jî diyar kir ku Qudsa ji bo Îslamîst, Xiristiyan û Cihûyan cihên pîroz lê hene, bi biryareke hevpar a her sê olan dikare bê parastin û derbarê mijarê de nirxandin kir. 
 
‘Gelê Fîlîstînê tune tê hesibandin’
 
Menîceyê destnîşan kir ku li welatên Rojhilata navîn di alî dîrokî de pirsgirêkên Kurdan û Fîlîstiyan hene û got: “Fîlîstîn welatekî Ereb e. 22 dewletê Ereb hene û ya 23'emîn jî Fîlîstîn e.  Israîl dixwazin Kurdus û axa dora Kurdusê bi hinceta ‘soza axê ya dane Yahudiyan’ bigire bindestên xwe. Ji ber vê jî dixwazin gelê Fîlîstînê tune bikin, axa xwe zêde bikin.”
 
‘Sedema şer ne ol e, ax e’
 
Menîceyê wiha bi lêv kir: “Israîl 50 sal e van hewldanên şer dimeşîne. Israîl wek parçeyek Ewropayê ji wir hatiye derxistin û wek parçeyek Fîlîstînê anîn wir an jî hat bicihkirin. Piştî Israîl bi cih bû ji sedî 95’ê axa Fîlîstînê xist bin destê xwe. Sedema şer ne ol e, sedema wê ax e. Cîhana Îslamê her çiqas Kudusê derxe plana pêş û gel sor bike jî, em dibînin ku mijar ne ol e. Ger mijar ol bibûna, têkoşîna gelê Fîîstînê bêmaf bû ku divê hemû Muslimanên cîhanê jî tevli vî şerî bibûna. Bihêlin hemû Muslimanan wê dewletên Ereb jî tevli şer bibûna. Ji ber vê jî sedema şer ax e.”
 
Menîceyê wiha dirêjî daye: “Em li têkşîna dîrokî ya Fîlîstînê binêrin. Têkoşîna Fîlîstînê ya bi Israîlê bi Eniya Rizgariya Fîlîstînê pêş dikeve. Piştre Hamas bi armanca têk birina Eniya Rizgariya Fîlîstînê hatiye avakirin û ji Israîlê jî piştgiriyek meizn girtiye. Dema Hamas hat avakirin jî di nav wan de mijarek olî tunebû.”
 
‘Tirkiye ji bo desthilatdariya xwe biparêze qerta Fîlîstînê dilîze’
 
Menîceyê balkişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li ser dagirkirina Israîlê ya Fîlîstînê û nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Ev helwesta Tirkiyeyê ji ya Netenyahu cudatir nîne. Israîlê ji ber tirsa windakirina desthilatdariyê şer daye destpêkirin û hewl dide bi vî şerî hilbijartinê taloq bike. Tirkiye jî her tim bi êrîşên xwe yên li ser Rojavadixwae vê bike propganda hilbijartinê. Ger ku bi rastî jî ligel Fîlîstînê bûna wê îro bi Israîlê re bazirganî nekiriba. Tirkiye ji bo qezenca Israîlê  di asta welatê duyemîn de ye. Tirkiye jî ji bo desthilatdariya xwe biparêze qerta Fîlîstînê dilîze.”
 
‘Tişta ku Tirkiye li hember Rojava dike dagirkirine’
 
Menîceyê helwesta  Tirkiyeyê ya li dijî Rojava nirxand û wiha got: “Navbera avahiyên ku Israîlê li Fîlîstînê ji bo Ereban ava kiriye û avahiyên ku Tirkiyeyê li Rojava ji bo Ereban ava kiriye cudahî tune ye.  Ew jî dagirkirine. Yanî gelê Fîlîstînê Muslman be yê Rojava jî Muslimanin. Bila ne Musliman be jî  dagirkirina axa gelekî sûcekî mezine. Sedema esas a şer Kudus bûna an jî cihekî pîroz bûna, Kudus ne tenê ji bo Muslimanan, ji bo Yahudî, Xiristiyan û Muslumanan yanî ji bo sê olên mezin jî cihekî bi nirxe. Cihekî pîroz e.” 
 
Menîceyê wiha dawî lê anî: “Desthiladarî ji bo şerên dagirkirina axan, lîstikên olî derdixin pêş û gelan li hember hev dikin dijmin. Elqeya vê bi rastgirî, çepkirî, ateîstî û komunistiyê tune ye. Mafê her kesî heye ku xwedî li axa xwe derkeve.