MKG'ê Lijneya xwe ya Giştî li dar xist

  • 15:48 29 Mijdar 2023
  • Rojane
AMED - MKG'ê 1'emîn Lijneya xwe ya Giştî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) 1'emîn  Lijneya xwe ya Giştî li avahiya komeleyê ya Amedê pêk anî. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta "Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê" hat daliqandin. Di Lijneya Giştî ya Meclisê de ku gelek rojnameger û endamên komeleyê amade bûn ji bo dîwanê Berîvan Altan, Şîlan Çîl û Nafiye Bal hatin hilbijartin.
 
'Bi pênûsa ku me ji Gurbetelliyê girtiye em dewam dikin'
 
Rojnameger Bêrîvan Altan a ku ewil di Lijneya Giştî de axivî, diyar kir ku ji bo rojnamevanên jin avakirina komeleyê girîng e. Bêrîvanê anî ziman ku ku MKG di têkoşîna li dijî zimanê mêr yê çapemeniyê de girîng e. Bêrîvanê got, "Em îro bi pênûsa ku me ji Gurbetelliyan wergirtiye bi lidarxistina  1'emîn Lijneya Giştî ya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê berdewam dikin."
 
'Gavên ku em bavêjin wê bibin bersiva êrîşan'
 
Piştî axaftinê endamên rêveberiyê hatin hilbijartin. Piştre Endama Damezrîner a MKG’ê Roza Metîna axivî û got, “Em hêvîdar in ku ev lijne ji bo rêxistinbûna jinên rojnameger bibe gavek. Têkoşîna ku bi salane em li dijî zimanê mêr û zîhniyeta mêr didin meşandin wê mezin bibe. Bi salan e bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî rojnamegerên jin û çapemeniya azad dikin. “Em hêvîdar in ku gavên îro tên avêtin bibin bersiva van.
 
Rêveberiya nû
 
Endamên esîl ên lijneya rêvebir: Sultan Mercen, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alağaş, Pinar Ural, Derya Ceylan.
 
Endamên cîgir: Ceylan Akbaşli, Aysel Işik, Bahar Bal, Nurcan Yalçin, Derya Us.
 
Lijneya Çavdêriyê: Aslî Erdem, Rozerîn Gultekîn, Solîn Alphan
 
Cigirên Lijneya Çavdêriyê: Berîvan Kayî, Lorîn Baran, Gulçin Şanli.