Daxwaza Dayikên Aştiyê: Bila Rêberê me bê berdan!

  • 09:05 29 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê diyar kirin ku bi ‘qedexeya hevdîtin’ û ‘cezayên dîsîplînê’ yên bi awayekî sistematik hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re asteng dikin û gotin: “Em van hincetan nas nakin. Bila Rêberê me bê berdan. Ji bo Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin. Ji bo şikandina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin. Daxwaza me bidawîkirina tecrîda girane.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal e li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin 33 meh e tu agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi awyaekî sîstemtîk tên redkirin. Parêzeran herî dawî di 6’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Dadgeriya înfaza Bursayê dan û ‘biryara qedexeya’ parêzeran a 6 mehan a nû ya di 31’ê cotmehê de hatiye dayîn fêr bûn. Serlêdanên parêzeran ji aliyê dadgeha cezê giran ve hat redkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) bidin. Li her çar alî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîn didome. Di çalakiyên pêk tên de peyamên wê dest ji têkoşînê bernedin tên dayîn.
 
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Emîne Erbek û Gulsum Dag der barê tecrîda giran û qedexeyên hevdîtinê de nirxandin kirin.
 
‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Emîne Erbek daxuyakirin ku 15 sal e têkoşînê dide û tevli dayikên Aştiyê bûye û têkoşîna xwe berdewam kiriye. Emîneyê wiha dirêjî daye: “Bi salan em ji bo aştiyê têdikşin. Me li her derê têkoşîn da. Dewlet hewl dide gelê Kurd bêdeng bike. Dewletê her cureyê zextê li gelê Kurd û bi taybetî li dayikên Kurd kir. Lê me şûnde gav navêt. Armanca me heta dawî berxwedan û têkoşîn e.”
 
‘Em cezayên dîsîplînê nas nakin’
 
Emîneyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîn axwe bê navber bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin.Em cezayên dîsîplînê nas nakin. Ev çi ye çi ceza ye? Bila dest ji van pêkanînan berdin.”
 
‘Demildest dawî li tecrîdê bînin’
 
Emîneyê wiha dawî lê anî: “AKP-MHP polîtîkayên şerê taybet giran dikin. Em vê ji kurahî hîs dikin. Ev nokteyek girîng e. Dewlet êrîşî îradeya me dike. Dewlet tenê ji bo tunekirina Kurdan hewl dide. Divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bên anîn. Em van cezayên dîsîplînê naxwazin. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Yekane daxwaza me ev e ku tecrîd bi dawî bibe û her wiha îşkenceya li ser girtiyên siyasî bi dawî be. Dawî li her cureyê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bê.  Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û çareseriyek bê dîtin.”
 
‘Bila Rêberê me bê berdan’
 
Gulsum Dag jî destnîşan kir ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan tecrîda giran tê meşandin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. 25 sal e ev polîtîkayên tecrîdê pêk tên. Ev tecrîd li ser me hemûyan pêk tê. Hem li ser hemû girtîgehan hem jî li ser hemû civakê tê meşandin. Ez wek dayika Aştiyê vê bi nefret şermezar dikim Divê demildest hevdîtinên malbat û parêzeran yên bi Abdullah Ocalan re pêk bên. Em dixwazin rêberê me bê berdan. Ev mafê me yê herî xwezayî ye.
 
‘Em ê têbikoşin’ 
 
Gulsumê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li aliyê din  jî girtiyên ku înfaza wan temam bûye nayên berdan. înfazên wan tên şewitandin. Tu sûcê wan tune ye. Tu hincet tune ye. Em vê qebûl nakin. Me bi dehan carî got. Em ê carek din jî bêjin. Bila desthialtdarî vê dijhiqûqiyê bi dawî bike. Em dayikên aştiyê aştî û azadiyê dixwazin. Ji vir şûnde jî wê wisa be. Ji bo şikandina tecrîdê em tê bikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Bila ev tecrîd demildest bê bidawîkirin.”