Li Wan û Bedlîsê 40 kes hatin binçavkirin

  • 15:27 28 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - Li  Xîzan, Tetwan, Wan û herêma Geliyê Karkarê ya navçeya Westanê di saetên serê sibehê de operasyona binçavkirinê hat destpêkirin, di serde girtina malan de zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin. Operasyona binçavkirinê hîn li gelek gundan berdewam dike.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de îro saetên serê sibehê de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya rêxistinê” operasyon hat kirin. Li Xizan û Tetwana Bêdlîsê û gundên wê, li navenda Wanê û herêma Geliyê Karkarê ya navçeya Westana Wanê serê sibê operasyona binçavkirinê hat destpêkirin û di serdegirtina malan de zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin. 
 
Li gundan hîn jî operasyona binçavkirinê berdewam dike, li gelek gundan ketin û derketin gund hatiye qedexekirin. 
 
Kesên ku hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê û Qereqola Herêmên Cendirmeyan. Di dosyeyê de biryara veşartinê ku heye, her wiha 24 saet qedexeya hevdîtina parêzeran jî anîn. Her wiha nav kesên ku hatine binçavkirin de jin û kesên temen mezin jî hene. Her wiha hat destnîşan kirin ku kesên li Wanê hatine binçavkirin wê bibin Bedlîsê.
 
Navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ye: “Suleyman Korkmaz, Medîne Avcîl, Abdurrahman Avcîl, Şukru Avcîl, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Turan Çetîn, Agît Çetîn, Welat Çetîn, Sînan Çetîn, Azîze Çetîn, Mazhar Hergul, Mahîr Hergul, Şîrîn Hergul, Pekîn Hergul, Cemal Înan, Erdal Înan, Sînan Aydin, Zakîr Înan, Memîxan Avras, Eylem Denîz Avras, Helîn Avras, Kezîban Avras, Maşallah Elmas, Şakîr Arvas, Cevdet Arvas, Tahîr Arvas, Murat Arvas, Zubeyde Arvas, Nurullah Arvas, Mutalîp Arvas, Emrullah Aydin, Reşît Aydin.”
 
Bi girêdayî heman lêpirsînê li taxa Selîmbey a Rêya Armûşê ya Wanê û Tûşbayê jî kesên bi navê Bedrettîn Gezîcî, Elîf Gezîcî, Hasîbe Gezîcî, kanser hastası olan Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mustafa Gezîcî, Emîn Gezîcî, Sedat Gezîcî, Gurgun Çîftçî hatin binçavkirin. Di dema serdegirtina malan de derî û paceyên xaniyan hatin şikandin û di dema lêgerînê de alav hatin belavkirin.