Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Banga me ji bo jiyaneke bi rûmet e

  • 14:41 28 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîm Oglu ya ku di daxuyaniya beriya kongreya 1'emîn ku wê di 24'ê kanûnê de li dar bixin de axivî got, “Banga me ne tenê banga kongreyê ye. “Banga me banga afirandina jiyaneke azad û bi rûmet e
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî êriş, binçavkirin û girtinên dawî û 1’emîn kongreya xwe ya ku dê di 24’ê kanûnê de li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dar bixin, daxuyaniyek da. 
 
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû daxuyanî xwend û desnîşan kir ku bêparhiştina ji mafên xwe yên bingehîn a ciwan û jinan êdî bûye feraseta pergalê û wiha axivî: “Îro pirsgirêka hebûnî û wekheviyê ya kurdan, siyaseta tê meşandin diyar dike. Diyar e ku em di vê mijarê de, di qonaxeke şikestinê de ne. Ji ber têkoşîna kurdan, di asteke gerdûnî de ye. Ji ber vê yekê desthilat û hevkarên wê yên navneteweyî tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewqas kûr dikin. Em di têkoşîna li dijî desthilat û hevkarên wê de, bi israr in." 
 
 ‘Îqtîdar êrîşên xwe zêde dike’
 
Edanûrê destnîşan kir ku ew ê wek ciwan ji bo ku li bajaran bibin xwedî gotin û ji bo avakirina jiyana nû, dê 24’ê kanûnê de kongreya xwe li dar bixin û wiha pê de çû: “Desthilata li hemberî têkoşîna me neçar dimîne, çareseriyê di îllegalîzekirina xebatên me de bibîne. Desthilat her roj li dijî meclisa me êrişên xwe zêde dike. Têkoşîna me ji bo hebûna xwe weke gefê dibîne û bi binçavkirin, revandin, îşkence û ferzkirina sîxûrtiyê li ciwanan ferz dikin. Taybetî jî di rojên dawî de gelek hevalên me hatin binçavkirin, gelek ji wan jî hatin girtin. Lêbelê dîroka me zelal e û ne desthilat ne jî komên çeteyên wê, dê me ji têkoşîna me dûr nexin; berovajiyê wê, dê ji bo me bibe sedema mezinkirina têkoşîna me. 
 
‘Em ê bibin yên diguherin’
 
Em ê bibin yên ku diguherînin û vediguherinin. Desthilat û hevkarên wê dê nikaribin ji bo me bibin astengî. Em wek Meclisa Ciwanên HEDEP’î di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in. Em ê bi faşîzmê re li hev nekin. Em ê ji bo hilweşandina vê faşîzmê û ji bo bidestxistina azadiya xwe dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di pêvajoyeke ku Tirkiye di hêla demorasî û azadiyê de paş ketiye de, berpirsyariyeke dîrokî dikeve li ser mile her kesê azadîxwaz û aştîxwaz. 
 
Ji bo kongreyê bang
 
Em hemû ciwan û jinan vedixwînin kongreya xwe ya ku em ê di 24’ê kanûnê, roja şemiyê de di Eywana Zewacê ya Geterler de li dar dixin. Em di pêvajoyeke ku divê hemû bendavên li pêşiya jiyana wekhev û azad hilweşînin de ne. Em di roja, pêşerojên xwe yên bi nêzîkatiyên takekesparêz hatine reşkirin, qezenc bikin de ne. Bangawaziya me ne tenê ya kongreyê ye. Bangewaziya me avakirina jiyaneke azad û birûmet e. Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe teqez bi ser bikevin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Dê zext me têk nebin” bi dawî bû.