Berhemên bi destê xwe çêdike kir çavkaniya aboriya xwe

  • 09:02 27 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
ŞIRNEX - Aygul Bînîcî berhemên li mala xwe çêdike li Bazara Keda Jinê ya Şaredariya Sîlopiyê vekiriye, veguhert karê û diyar kir ku her çiqas tevlibûna qada kar wê kêfxweş bike jî qeyrana aborî bandorek mezin li ser wan dike.
 
 Yek ji şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayîn nekirinê Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê bû.  Şaredariyiyê di 2022’an de ji bo jinan Bazara Keda Jinê vekir. Bazar ji 12 dukan, kafeyeke û odeyeke mijandina zarokan pêk tê. Bi vê bazarê tê armanckirin ku jin tevli hilberînê û jiyanê bibin. Yek ji jinên ku dukan vekiriye Aygul Bînîcî ye.
 
Berhemên bi salan li malê çêdikir veguhert karê
 
Aygulê daxuyakirin ku ji zarokatiyê de malbata wê bi çandiniyê re mijûl dibe û wiha got:” Salek û nîve jî ez di dukana xwe de berhemên xwe difroşim. Min bihist bazar vedibe min serî li şaredariyê da. Di vê pêvajoyê de alîkarî dan min. Ewil fikarên min hebûn. Lê piştre min tirsa xwe şikand. Xwişkên min piştgirî dan min. Xwişkek min endezyara xurekê ye. Wê alîkarî da min. Xwişka min ya din mala xwe ji min re vekir min berhemên xwe li wir çêkir. Min xwest ez tiştekî bikim û wan jî piştgirî dan min.”
 
‘Em bûn xwişkên hev, hevalên hev’
 
Aygulê her wiha da zanîn ku ji ber bi Bazara Keda Jinê tevli jiyana kar bûye kêfxweşe û wiha dirêjî daye: “Me dukan vekir. Ez ji şîr, mast, penîr û her wekê din, her wiha jajî, tirşî, dims, salçe, fêkî û sebzeyên hişk çêdikim. Gelek berhemên din yên em nikarin çêbikin jî ji gund digirim. Berê min ev hemû li gund çêdikirin. Şaredariyê sê mehe cih daye min ez berhemên xwe li wir çêdikim. Ev ji bo jinan gelek baş bû.  Pêşiya me vekir. Hemû kesên vir jin in. Min kêfxweş dikin. Em hemû ji hev re bûn heval û xwişk.”
 
‘Berê bi bîdonan digirtin niha bi gramê digirin’
 
Aygulê balkişand ser krîza aborî û got krîzê bandorek mezin li ser wan kiriye û wiha domand: “Ji ber bihabûna berheman em zehmetiyan dikşînin. Destê min de zêde pere namîne. Em her tim ji bo dukanê xerc dikin. Fatureya ceyrana dukanê 2 hezar tê. Qezenca me nabe. Kîloyek penîr bi 150 Tl firotina wî balkêşe.  Malbatên vir qelebalixin. Berê bi bîdonan dihatin dibirin. Niha jî bi graman digirin. Wê rojê min 200 gram penîr firot kiryar.”
 
Aygulê di dawiya axaftina xwe de got tevî her tiştî divê jin li ser piyan bisekinin û got ger pêşiya jinan bê vekirin wê bikaribin her tiştî bikin, ya ku civakê xurt bike jî jin in.