Li Wanê FîlmAmedê elqeyek mezin dît

  • 19:52 26 Mijdar 2023
  • Rojane
WAN - Li Wanê belgefîlmên ji bijarteyên FîlmAmedê hatin pêşandan, eleqeyeke mezin hat nîşandan.
 
Duh û îro 11 belgefîlmên ji bijarteyên fîlmAmedê li ŞanoWan a li Wanê hatin nîşandan. Piştî demekê dirêj li Wanê ji pêşandana belgefîlman re eleqeyek mezin hat nîşandan. Duh li eywana ŞanoWanê belgefîlmên “Valahî”, “Dengê Radyoya Rêwanê li Ku ye?”, “Vegera Malê” û “Li Pişt Zeytûnê” hatin nîşandan. Nîşandana belgefîlman îro di roja duyem de ku berdewam kir ve bi dawî bû.
 
Eleqeyek mezin
 
Bernameya ku di roja duyem de berdewam kir de belgefîlmên “Heft Senfoniyên Zagros”, “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casîmê Celîl”, “Harmony For After War”, “Çiya, Bi Nêrîna Jinan”, “Dartaş” û “Wergerandina Ulyssesê” hatin pêşandan. Peşandana belgefîlman di roja duyem de jî eleqeyek mezin dît.  
 
Pêşandana belgefîlman bi çepikan bi dawî bû