2 meh in cenaze nayê dayîn

  • 09:04 26 Mijdar 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
ŞIRNEX - Xecê Durak diyar kir ku ji bo cenazeya ku 2 mehe li morgê tê sekinandin, aydê keça wan Ceylan Durak e an na testa DNA’yê dane û bang kir ku divê demildest bi encam be û got: “Hîna me cenaze negirtiye me bi ‘merasîmê nekin’ tehdîd dikin.”
 
Ceylan Durak (Avesta Avaşîn) ku 10 sal berê tevli PKK’ê bû li Dêrîmê du meh berê di pevçûnekê de bi hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Malbata wê ya li Dêrgulê ya Şirnexê dijî, 25 roj berê agahî giritn û çûn mînaka xwînê ji bo testa DNA’yê dan. 15 roj beriya ku agahiyê bidin malbatê cenzeyê radikin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelê. Hat hînbûn ku cenaze 50 roje li morgê tê sekinandin.Dayika Ceylanê, Xecê Durak bang kir ku divê demildest pêvajo zelal bibe.
 
Tehdîda ‘hûn ê şînê daneynin’ kirin
 
Xecê daxuyakirin ku mehek berê fermandarê qerekolê li wan geriyaye û gotiye keça we jiyana xwe ji dest aye û got: “Em çû sê wêne nîşanê me dan. Min ji wêne keça xwe nas kir. Lê cenaze nîşanê me nedan. Mînaka xwînê girtin. Gotin Ceylan li morga Tunceliyê ye. Ji me re gotin ‘Ger Ceylan be jî hûn ê şînê daneynin, hûn ê merasîmê nekin.’ Ji wê rojê de agahî nedan. Dibêjin li bendê biryara dadger û dozgerin. 25 roje hîna agahî nedane. Cenaze 15 roj beriya ku em mînaka xwînê bidin birine morgê.”
 
‘Ne Ceylan be jî wê kezeba min bişewite’
 
Xecê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Gotin Ceylanê li dijî banga leşkeran a ‘teslîm be’ gotiye ‘em teslîmê we nabin’.  Daxwaza min ev e, bila demildest cenaze bê tespîtkirin. Ez bizanibim Ceylane ez ê gorekê jê re çêbikim. Ez ê cihê gora wê bizanibim. Ew cenaze ne ya Ceylanê be jî wê kezeba min bişewite.”